Di hilbijartinên Danmarkê de 5 Kurd biserketin

.

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyan li Danmarkê, çar berbijêrên Kurd li wî welatî bûne endamên encûmena şaredariyê û berbijêrek jî ji bo endamtiya Encûmena Herêmî ya Kopenhageng a paytext biserket.

Li bajarokê Albertslund ku 15 kîlometran ji navenda Kopenhageng a paytexta Danmarkê dûr e , 3 berbijêrên Kurd ji 3 partiyên cuda karîne baweriya dengderên wî bajarokî bidest bînin û wek endamên encûmena şaredariyê hatine hilbijartin.

Her sê Kurdên ku wek endamên Encûmena Şaredariya bajarokê Albertslund hatine hilbijartin ev in; Resûl Kuçukakin ji Partiya Sosyalîsta Gel a Danmarkê, Dogan Polat ji Partiya Sosyalîsta Danmarkê û Hediye Temîz ji Partiya Sosyalîst a Lîberal.

Serdar Benlî ku Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîsta Gel a Danmarkê ye û pêştir Cîgirê Serokê Şaredariya Gladsaxe bû, duyem zêdetirîn deng li sînorê şaredariya xwe bi dest xistiye û şansê wî heye ku bibe Serokê Şaredariyê.

Herwiha Erdogan Mert, ser bi lîsta Yekgirtî yek ji şeş endamên partiya xwe ye ku biserketiye û dê nûneratiya partiya xwe di Encûmena Herêmî ya Kopenhagen a paytexta Danmarkê de bike.

Ew berbijêrên Kurd ku di hilbijartinên vê carê yên Danmarkê de biserketine, Kurdên Anatoliya Navîn û Enqerê ne û di nîveka salên 60î yên sedsala bihorî de ji bo karkirinê çûne wî welatî.

Li Denmarkê di 16ê Mijdara 2021an de hilbijartin bo 98 encûmenên şaredarî û 5 hikûmetên herêmî hat lidarxistin û li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di hilbijartanan de 60 berbijêrên Kurd ji partiyên cuda yên wî welatî beşdar bibûn, ku tenê 5 kes ji wan biserketine.

Siyaset Haberleri

Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in