Di hilbijartina Amerîkayê de Demokrat bi ser ketin

Li Amerîkayê di hilbijartina navberê ya ku wê Kongreyê ji nû va ava bike de li gor encamên nefermî di Meclisa Nûneran de Demokratan ji Komarparêzan zêdetir deng hilda.

Medyayên Amerîkayê ragihandine, demokratan zêdetir ji 218 kursiyên Encûmena Nûneran bi dest xistine, pêşbînî jî tê kirin ku hejmara kursiyên wan bigihe 229 kursiyan, li hember jî komariyan 206 kursî bi dest xistine. Hejmara giştî ya kursiyên Encûmena Nûneran a Amerîkayê 435 kursî ye.

 

Serokê Amerîkayê Trump der heqê hilbijartinên Kongreyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Twitterê  daxuyanî da.

 

Digel ku piraniya Senatoyê di destê Komariyan da ye, li gorî nûçeyên ewil ên çapemeniya Amerîkayê di Meclisa Nûneran de Demokratan piraniya kursiyan bi dest xistin. Lêbelê Trump ligel vê yekê encamên hilbijartinê ji aliyê xwe ve wekî serkeftin dît.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump wiha got: "Serkeftineke mezin e. Ez sipasiya we hemûyan dikim."

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin