Di heyama du hefteyên destpêka meha Hezîranê de 82 hevwelatî hatine girtin

.

Di heyama du hefteyên destpêka meha Hezîrana 2023 a Zayînî de, aliyê kêm 82 hevwelatî di bajarên Îran û Kurdistanê de, ji aliyên hêzên rejîma Tehranê ve hatine girtin.

Li gorî amara Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama 2 hefteyên meha Hezîrana 2023an de, aliyê kêm 80 hevwelatî di bajarên cuda ên Îran û Kurdistanê de ji aliyê navendên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin ku aliyê kêm 15 kes ji wan jin bûne.

Hengawê ragihandiye, herî kêm 54 hevwelatiyên Kurd ku 66 ji sedî ji wan girtiyan e û 20 hevwelatî jî ku ji sedî 24ê wan girtiyan, welatiyên Belûç bûne.

Her li gor wê amarê, di vê heyamê de herî kêm 16 jin û 7 zarok jî, ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Rejîma Îranê di wê midehê de bi awayekî bikom dest avêtiye bi girtina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û her di vê derheqê de cezayê giran bi ser çendîn mamosteyên Olî yên Kurd de sepandiye.

Cezayê dûrxistin ji bajarên xwe, qedexeya lixwekirina cilên melatiyê bo herimî û çendîn sal girtîgeh bi ser Mamoste “Luqman Emînî” pêşnimêjê Mizgevata “Cami`a a Çar Yarê Nebî” ya Sinê û Mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenelle”, pêşnimêjê Mizgevta gundê Nenelleya Sinê de hate sepandine.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Duzen Tekkal: Divê civaka Almanyayê zêdetir guh bide Kurdan
153 Enfal kurbanının naaşı Kürdistan Bölgesi'ne teslim ediliyor
PWK li Hollanda bajarê Arnhem bi komeleyên Kurd re, roja referandûma serxwebûna Kurdistanê pîroz kir
Kosret Resûl di salvegera Referandûmê de: Îro rojekê dîrokî ye
Li Pasûrê nobeda gundiyan a li dijî destdanîna ser mêrga wan didome