Di hefiyekê de ji 261 kesan re doza medyaya civakî hatin vekirin

Wezareta Navxweyî ya Tirkiye ragihand ku, di navbera 10-17ê Îlonê de bi egera parvekirinên “neyasayî” di medyaya civakî de, doz li hemberî 261 kesan hatiye vekirin.

Di malpera fermî ya Wezareta Navxweyî de hatiye: “Bi rêya sosyal-medyayê bangeşeya terorê, pesindana terorê, hestên kîndarî û nefretê, biçûkkirina birêvebirên dewletê, dijberiya yekîtiya xaka dewletê, metirsî dijî ewleyiya civatî – hemberî 346 accountên internetî û bi giştî dijî 261 kesan doz hatiye vekirin”.

Dozgeriya Enqere û Stenbolê ev doz vekirine.

Di 26ê Sibat a îsal de 845 kes, ku li dijî Operasyona Efrînê rexne di sosyal-medya de belav kiribûn hatibûn binçavkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin