Di Festîvala Filman a Navnetewî de navê ‘Kurdistan’ sansûr kirin!

.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Şangay îro dest pê dike û heta 20'ê hezîranê dê bidome. Di festîvalê de fîlmekî kurdî jî heye lê navê "Kurdistan" jê hat rakirin. 

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Şangay (Shanghai Film Festival) îro deriyên xwe vedike. Fîlmekî kurdî di pêşbaziya sereke de ye. Ev pêşbaziya sereke ku wekî Pêşbaziya Navneteweyî jî tê zanîn fîlmê serketî hildibijêre û bi Xelata Qedeha Zêrîn wan xelat dike. Fîlmê kurdî bi navê "Neighbours" (Cîran) ku ji aliyê derhêner Mano Xelîl (Khalil) ve hatiye çêkirin di vê beşê de ye. Fîlmên diçin festîvalan li ber tê nivîsandin ku li kîjan welatan hatiye kişandin. Di fîlmê Xelîl de "Swîsre/Kurdistan" hatibû nivîsandin. Festîvalê pêşî bi vî rengî li ser malpera xwe belav kir, lê paşê ew navê "Kurdistan" rakirin, tenê Swîsre hiştin. 

Tê gotin ku ji ber di festîvalê de fîlmekî tirkî jî heye dibe ku aliyê wan ve hin destwerdan hatibin kirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn