Di êrişek çekdarî de Serkirdeyê Encûmena Sivîl ya Dêrezorê jiyana xwe ji dest da

.

Di êrişek çekdarî de serkirdeyekî encûmena Dêrazorê ya Sivîl li ser riya navbera Hesekê-Dêrazorê jiyana xwe ji dest da.

Çend çekdarên nenas otombîla berpirsê encûmena rojhilatê Dêrazorê Zinar Kobanî navbera Hesekê-Dêrazorê kirin armanc.

Dema ku otombîla Zinar Kobanî 50 km li bakurê  Dêrazorê li ser rê rawestiya bû, rastî êrişa çekdaran hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Di dema derbasbûyî de liv û tevgera DAIŞê li wan navçeyan zêde bûye û heta niha hejmarek ji karmend û berpirsên encûmenên sivîl yên Dêrazorê hatine terorkirin. Di demên derbasbûyî, çend caran Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) opersyon pêk anîne û hejmareke çekdarên DAIŞê girtine. 

Di 9ê Nîsana 2021an de Fermanderê Lîwaya el-Bûseyre ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa el-Şêx Elî û 2 pasevanên wî li bajarokê el-Şihêlê ya rojhilatê Dêrezorê di encama teqîna mîneke çandî de hatibûn kuştin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye