Di êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîkayê de zarokek hat kuştin 5 kes jî birîndar bûn

.

Li Bexdayê, bi 7 mûşekan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê kirin. Di encamê de zarokek hat kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.

Li gor Wezareta Berevaniya Iraqê diyar kir, şeva borî bi 7 mûşekên ji taxa “Hey Emînî” ya Bexdayê, êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kirin.

Herwiha agahî destnîşan dikin, tevahiya wan mûşekan ji aliyê sîstema berevaniya balyozxanê ve hatin pûçkirin, lê di wê êrişê de zarokek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Ev êrîş piştî Amerîka dest bi kêmkirina hêzên xwe li Iraqê kiriye hat. Amerîka biryar da, derdora 500 serbazên xwe ji Iraqê derxîne û tenê 2500 serbazan li Iraqê bihêle.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike