Di êrîşa Îsraîlê de 9 milîsên îranî hatin kuştin

.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa doh ya Îsraîlê de ku bi şev li devera Misyaf pêk anîbû, cebilxaneya hêzên îranî hate wêrankirin 9 milîsên îranî hatin kuştin.

Li gorî SOHRê, “Bombebaranên Îsraîlê, navendên serbazî yên hêzên rejîmê, milîsên Îranî û cebilxaneyên ser bi kargehên berevaniyê kirin armanc li rojavayê bajarê Misyaf li deverên gundnişînên Hemayê ku milîsên ser bi Îranê tê de ne.”

Hat ragihandin, di encama wan bombebaranan de 9 kes hatin kuştin, çar kes Sûrî ne û nayê zanîn gelo ew ser bi rejîmê ne yan jî di rêzên hêzên Îranî de en. Herwiha hatiye diyarkirin ku 5 kuştiyên din jî nasnameyên wan eşkere nebûne.


 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye