Di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de 3 sivîl can da!

Hat ragihandin ku balefirên şer yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê li mintiqeya Amîdiyê bombebaran kirin û di encama bombekirinê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan 3 jî birîndar bûne.

Îro danê sibehê li devera Amediyê li Gundê Bêzelê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyeyê êrîşa bombeyî hatiye kirin. Li gorî agahiyên ku ji bajariyên herêmê hatin bidestxistin, 6 sivîlên ji gundê Bêzelê dema ku karê xwe yên cotkariyê dikirin bûne armanca êrîşa balefirên tirk.

Di encama erîşê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan 3 kes jî birîndar bûn.

Herwiha niştecihên gundê Bêzelê destnîşan kirin ku tu endamên PKKê li vê herêmê nînin lê dîsa jî bi dehan car in ku balefirên Tirkiyeyê vê herêmê bombe dikin.

(sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin