Di êrişa firokeyên Îsraîl de li Sûriyê 16 çekdarên Îranê hatin kuştin

.

Tê gotin ku di bordûmana artêşa Îsraîl de li Sûriyê herî kêm 16 çekdar û milîsên Sûrî û Îranê hatine kuştin.

Saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ragihand, berbanga sibeha îro (13 Çile) firokeyên şer yên Îsraîl li bargehên hêzên Sûrî û Îranî yên li derdora bajarên Dêrazor û Elbûkemal yên Sûriyê dan.

Li gorî agahiyan, di wan êrişan de herî kêm 16 çekdar û milîsên Sûrî û Îranê hatin kuştin.

Ajansa fermî ya Sûriyê, SANA, jî êriş piştrast kiriye lê behsa ziyan û kuştiyan nekiriye.


 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye