Di encamnameya konferansa 'Hevdtina Aliman' a li Amedê de 'pirsa Kurd' bû rojev

.

 Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê konferansa “Hevdîtina Heftemîn A Aliman” bi derxistina encamnameyeke 18 xalî dawî li xebata xwe anî. Di encamnameyê de behsa Pirsa Kurd jî hatiye kirin

Di 15-16 Cotmeha 2022an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê konferanseke ji bo zanayên ola îslamê bi navê Hevdîtina Heftemîn A Aliman hat lidarxistin.

Di konferansê de bi giştî 200 kesayetên olî ji welatên cuda cuda yên îslamî beşdar bûbûn. Ji Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî hejmarek zanayên olî yên Kurd di konferansê de amade bûbûn.

Kesayetên wek Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê ya Talibanê Zebîhulah Mucahid, Şêx Zahêd Xeznewî, Prof. Dr. Elî Qeredaxî û herwiha Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu jî di konferansê de beşdar bûn û di konferansê de gotar pêşkêş kirin.

Di du rojên konferansê de 22 kesan gotarên xwendin.

Îro di roja duyem û dawî ya konferansê de, encamnameya konferansê hat pesendkirin ku ji 18 xalan pêk tê û bi ragihandina encamnameyê  konferansa “Hevdîtina Heftemîn A Aliman” a li Amedê bi dawî hat.

Encamnameya Hevdîtina Aliman A Heftemîn bi vî awayî ye:

We enzelna îleykez zikre lî tubeyyîne lînnasî ma nuzzîle îleyhîm wele‘ellehum yetefekkerûn.

1- Ûlema, warisên pêxemberan in (‘eleyhîmusselam). ‘Alim bi zimanê pêxemberan diaxivin, bi exlaqê wan biexlaq dibin û doza wan li ser pîya dihêlin.

2- Ji bona îhya û vejîna ummetê, însaniyet dîsa bigihê medeniyetê, musluman û hemî dinya şad be bi azadî û xweşî û seadetê, hewce bi ‘ilm û gihandina ‘alimên rebbanî heye. Ji lew lazime  mufredata ‘ilmê, hem ji aliyê fikrî û ‘ilmî ve, hem jî li gorî pêşveçûnên teknolojîyê ve, bê nûkirin.

3- Pêdiviya alimên me her daîm bi vekirîbûna ji nûbûnê re heye, ji bo gihandina rêberên fikrî û siyasî ku wê muslumanan îhya bikin, wan ji bin zulm û kufrê derînin. Her weha divê ‘alimên pêşîvan ên di hemî ‘ilmên hewce de zana û bikêrhatî bên gihandin, da ku însan dîsa qedr û şeref û hurmet û şexsiyeta xwe bi dest bixe; di fêmkirina heyat û şu’ûr û hilkewt û waqiayê de ji me re rêberî bikin.

4- Divê medreseyên şer’î û ûlemayê serokên wan ku nakevin bin tesîr û bandora tu lebateke xeyrî Îslamî û li gorî emr û mesleheta Îslamê, mufredat û bernameya van medreseyan amade dikin, bi awayê ji rê û bingeh û sabîteya wan a eslî neyê dûrkirin, bên piştgirîkirin û zexmkirin.

5- Pêwist e mufredat û bernameyên medreseyên me, bi awayê pêdivî û kêşeyên dewra me çareser bike, bên amadekirin. Divê ûlema, gihandina dawetvanên Îslamê, ji wezîfeyên xwe yên ewwil zanibin.

6- Bi mebesta li pêşveçûnên musbet ên fikrî û teknolojîk li hev bike û rola xwe ya pêşîvaniyê bi heqqî pêk bîne, divê dersên pêwist di bernameya medreseyê de hebin.

7- Ûlema, tenê ne ew meqam e ku gava hewce pê hebe însan serî lê bidin û pirsan jê bipirsin. Ji ber ku warisên pêxember in, divê ûlema weka pêxember digel xelkê hemhal bin, aktîf bin, rojevê bişopînin û diyar bikin, tu demî xwe ji îrşad û rêberiya ummetê nedin paş. Ji bona ummet bi ‘ilmê bilind bibe û pêşve here, lazim e di navbêna ûlema û xelkê de diyalog û hemhaliyeke têr û qewî hebe.

8- Di medeniyeta Îslamê de aliman her zeman çav û bala xwe dane ser amiran, aliman rêveber îdare kirine û dema şaş kirine, ew îqaz kirine. Ev wezîfeya ûlema, hem rêveberên adil hêzdar kiriye, hem jî zirara îdarevanên zalim ên neliyaqî meqam, herî hindik kiriye. Îro ew dem e ku herî zêde pêdivî bi pêkanîna vê fonksiyona aliman heye. Pêwist e alim di her şert û mercê de pêkanîna mesûliyeta xwe ya îqaz û îdarekirinê, berdewam bikin.

9- Derbarê heq û hiqûq û qedrên însan de, her kêşe û pirsgirêk, derd û meseleya aliman e. Pêwist e alim, ji xeberdana pirsgirêkên însaniyet û ummetê û ji wergirtina însîyatîfê, xwe nedin paş. Tu asteng, divê nikaribe ûlema bide paş ji daxilbûna arîşeya Kurd û ji pêkanîna berpirsiyariya vê mijarê.

10- Nijadperestî; di eslê xwe de şeytanî ye, lê di vê dewra me de bûye nexweşiyeke fikrî ya xerbî. Hem dînî hem jî ji aliyê meslehetê ve, tiştekî wê ya parastin û pejirandinê tune ye. Ji ber ku bi xwe li dijî eqîdeya Îslamê ye, di pratîkê de jî dijminê mesleheta ummetê ye; xizmeta neyarên ummetê ye. Heqîqeta ku qewmên musluman dighîne hev, Îslam e.

11- Bi çi bedel û bihayê be bila bibe, ûlema mesûl û berpirsiyar e ku benda biratiya Îslamê biparêze. Alim ji ber ku warisê pêxembere, pêwist e helwesteke serqewmî tevbigere. Razî nabe bi xespkirina heqên muslumanan û ketina pey nijadperestiyê. Ûlema, bi ummetê re ye. Heta her deverê ku taqet û qudreta wî digihêjê, têkilî meseleyên ummetê dibe.

12- Di pey mucadeleya xelkê ya bi deh salan de, bi pêşîvaniya Emîrtiya Îslamê ya Efxanistanê, dawî li îşxala Emrîkayê hat anîn û dewleteke Îslamî hat avakirin. Ev yek ji bo hemî ummeta Îslamê, bûye îftîxar û şahnazî. Di vî warî de ji bona têkiliyên siyasî û aborî û kulturî, di navbêna welatên muslumanan û Emîrtiya Îslamê ya Efxanistanê de pêk bên û pêşve herin; û Emîrtî ji teref hemî welatên muslumanan ve bê naskirin, lazim e ûlema rol û wezîfeyeke girîng bide ser milê xwe.

13- Piştî zafera Efxanistanê, mercên ekonomîk ên ji ber kêşeyên kafirên îşxalker qewimîne, mesûliyetekê dide ser milê ûlema. Birayên me yên Efxanistanê, heta ku bighêjin têrbûneke aborî û îqtîsadî, ûlema xwedî wezîfeke girîng e ku muslumanan sewkî alîkariya wan bikin.

14- Ji bona ku civatên muslumanan îfsad bikin, bernameyên demdirêj tên amadekirin. Ûlema, divê mesûliyetê hilgire, da ku însanên me ji şerrên van şebekeyên îfsadê biparêzin. Hem ji bo şiyarkirina ummetê, lazim e bernameyên demkurt û demdirêj amade bikin.

15- Li ser bîr û baweriyên zarokên me, îdeolojîk dilîzin. Ewladên me ji Îslamê dûr dikin û dikin neyarê Îslamê. Alimên vê dewrê, mesûl in ku bibin muxatabê şertên dewrê. Yên berya me, çawa ku krîzên xwe çareser kirine û ji bo Îslamê deriyên zaferê vekirine, alimên vê dewrê jî xwedî potansiyel in ku pirsgirêkên me, ji xwe re bikin keys û firsend.

16- Yek ji mezintirîn pirsgirêkên dewrê yên ummetê ev e: Li gorî bername û stratejîyên hêzên ecnebî, nesl û nifşên me yên nû, dikin ehlê dinyewî û wan heba dikin bi kêf û zewqê. Pêwist e alimên me, li ber vê xetereya mezin a li dijî ummetê, mesûliyetê bidin ser milê xwe.

17- Emperyalîst, di projeyên xwe yên îfsadê de, heq û huqûqên jinan, bi xerabî bi kar tînin. Divê xebatên îfsadê yên emperyalîstên dinyayê ku di mijara jin û malbatê de pêk tînin, xweşik bên şopandin; heq û hiqûqên jinan bên parastin û mucadela bo hefada civaka Îslamê, bê qewîkirin.

18- Kakila civakan, malbat e. Malbat, li hember hêzên mêtinkar û emperyalist ên dinyayê, kelheke me ya qewî ye. Ûlemayê ummetê, ji bo parastinê malbatê, divê seferber be. Di vê dewra ku bi armanca xerakirina malbatê, jirêderketî û xurifînê dixin bin teminata qanûnê de, ji bo berbendkirina fikr û tevgerên xurifînê, pêwiste ûlema xwe bide pêş û rêberiya civatê bike.

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin