Di encama bûyereke trafîkê de 2 Pêşmergeyan can dan

.

 Li Duhokê, di encama bûyereke trafîkê de 2 Pêşmergeyên diçûn mûçeyên xwe werbigrin can dan û 2 jî birîndar bûn.

Do di saet 15.00an de, li nêzikî qezaya Şêxan a ser bi Duhokê ve otomobîla ku 4 Pêşmerge tê de bûn, qeza kir.

Li gor zanyariyan, ew Pêşmerge ser bi Lîwaya 4 a Pêşmerge bûn û di encama bûyerê de her du Pêşmergeyên bi navên Şakir Fazil û Mihemed Mîraz can dan û her du Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Şakir Fazil xelkê Culerê ye li nahiyeya Girdesên a ser bi Akrê ve li parêzgeha Duhokê bû, 35 salî bû û zewicî bû û bavê 12 zarokan bû, Mihemed Mîraz jî xelkê gundê Bicîl e.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye