Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin

.

Di doza kuştina rojnamevan Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin. Li gelek bersûcan ceza hat birîn û gelek bersûc jî hatin beraetkirin. 

Rojnamevanê ermen û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê Çileya 2007’an de li ber avahiya rojnameyê hatibû kuştin. Danişîna 131’emîn a dozê ku wezîfedarên cendirme û miduriyeta polîsan jî di nav de 6 jê girtî, 13 firar û bi giştî 76 bersûc tên darizandin li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. 

Di danişînê de parêzerên malbata Dînk, hevalên Hrant Dînk, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzikyan, Nûnerê Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyê Erol Onderoglû û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamevan amade bûn. 

Bersûcên girtî bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê kirin û hin bersûcên negirtî jî li eywana danişînê amade kirin. Bersûcên din ên ne girtî jî bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn. 

Danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir û di danişînê de parastina dawî ya bersûcan hat girtin. Bersûcan îdia kir ku eleqeya wan bi cînayetê re nîne û xwestin werin beraetkirin. 

Piştî parastinan şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Şandeya dadgehê biryar da ku dosyeyên Zekeriya Oz ê dozgerê berê, Ekrem Dumanli, Adem Yavûz Arslan jî di nav de 13 bersûcên firar were veqetandin.

Dadgehê ji sûcê “endamtiya rêxistina terorî ya bi çek” 10 sal ceza li bersûc Ercan Gun birî. 

Dadgehê derbarê Serokê Daîreya Îstîhbarata Miduriyeta Giştî ya Polîsan ê berê Sabrî Uzun û Midurê Miduriyeta Polîsan a Stenbolê yê berê Celalettîn Cerrah ên negirtî dihatin darizandin jî biryara ku dosyeya wan ji ber dembihûrinê were xistin da. 

Midurê Miduriyata Polîsan a Trabzonê yê berê Reşat Altay hat beraetkirin. 

Dosyeya Serokê FETO’yê Fethullah Gulen jî di nav de ya 13 bersûcan hat veqetandin. 

Ecevit Emir, Emre Cingoz, Haci Şefîk Şîmşek, Eyup Temel, Ahmet Çetîner, Bîrol Ûstaoglû hatin beratkirin. 

Li Hasan Dûrmûşoglû 12 sal û 6 meh ceza, li Abdullah Dînç û Ahmet Faruk Aydogdû jî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hat birîn. 

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest