Di dîrokê de îro: Mîller û Puşkîn mirin, Brecht jidayîkbû!

Di dîroka dinê de îro 10 reşemî li başurê Kurdistanê Yekîtîya Nivîskarên Kurd hate avakirin, Nivîskar û helbestvanê rus Puşkîn û Lîstikvanê şanoyê ê ji DYA'yê Arthur Mîller mirin; Nivîskarê lîstikên şanoyê Bertolt Brecht ji dayik bû

Navenda Nûçeyan- Di dîroka dinê de îro 10 reşemî li başurê Kurdistanê Yekîtîya Nivîskarên Kurd hate avakirin, Nivîskar û helbestvanê rus Puşkîn û Lîstikvanê şanoyê ê ji DYA'yê Arthur Mîller mirin; Nivîskarê lîstikên şanoyê Bertolt Brecht ji dayik bû

- Li başûrê Kurdistanê Yekîtîya Nivîskarên Kurd hate avakirin (1970).

- Nivîskarê lîstikên şanoyê Bertolt Brecht ji dayik bû (1898).

- Nivîskar û helbestvanê rus Puşkîn mir (1837).

- Ebdulhemîdê 2'yemîn ji text hat daxistin (1909).

- Doza hîndekarên zanîngehê ku bi komunîstî dihatin tawanbarkirin bi dawî bû: Ji wan Behice Boran û Nîyâzi Berkes bi 3 meh cezayê hepsê hatin cezakirin û  Pertev Naili Boratav jî hat beratkirin (1950).

- Hunermenda popê, şirovekar, nivîskara gotinên stranan, bestekar û mamosteya muzîkê Candan Erçetin hat dinê (1963).

- Derhênerê sînemayê û ramanwerê sînemayê Sergey Mihayloviç Ayzenştayn  mir (1948). Ayzenştayn di 23'yê rêbendana 1898'an de hatibû dinê. Fîlmê wî yê herî navdar "Keştîya Şer a Potemkîn" e ku di sala  1925'an de kişandin.

- Lîstikvanê şanoyê ê ji DYA'yê Arthur Mîller mir (2005 ). Ew di sala 1915'an de hatibû dinê.

Dîyarname

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye