Di derbarê Buldan û 3 parlamenterên din de fezleke hate amadekirin

Derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û sê parlamenterên din ên HDPê de fezleke hat amadekirin.

Hate ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di derbarê Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, Parlamenterê HDPê yê Amedê İmam Taşçıer, Parlamenterê HDPê yê Dêrsimê Alican Önlü û Parlamenterê HDPê yê Agiriyê Berdan Öztürkî de bi îdîaya “propagandeya rêxistina terorê kirine” fezleke amade kir.  

Hate gotin fezlekeyên di derheqê parvekirinên li ser medyaya civakî û axaftina parlamenterên HDPyî de, ji Wezareta Dadî re hatine şandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin