Di çalakîyên li Ranya de nûçegîhanekî mir

Di xwepêşandana doh êvarê ku li navçeya Ranyayê pêkhat û alozî derket de, nûçegihanê kanala Gelî Kurdistan yê bi navê Huner Resul mir.

Doh êvarê 12.08.2020 li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperîn, xwepêşandanek li dijî hikumetê hate lidarxistin. Di dema xwepêşandanê de di navbera xwepêşander û hêzên ewlehîyê de alozî derket.

Nûçegîhanê kanala Gelî Kurdistan ê bi navê Huner Resûl ku nûçe dişopand li erdê ket û mir. Sekreterê Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Karwan Enwer, li ser hesabê xwe yê Facebookê dîyar kir ku Huner Resûl di dema şopandina çalakîyê de ji ber qrîza dil mirîye.

Lê hinek çavkanîyên ne fermî dîyarkirin ku di dema alozîyê de kevirek li singa Huner ketîye û ji ber wê jîyana xwe ji destdaye.

Têkildarî bûyerê jî heya niha polîsên Raperînê tu daxuyanîyek belav nekirine.

Rojnews

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin