Di bin siya Sêdarên dagirkerîyê de, Qêrîna bêxwedîtîyê!

Cano Amedî

Siyaseta rejima îranê ya ku li dijî girtiyên siyasî, aktîvîst û bi taybetî jî li dijî miletê Kurd tê meşandin, îro bûye yek ji wan êrişên herî giran ku li dijî rûmeta mirovahiyê pêktê. Her roj, di dema berbanga sibê de, ciwanên kurd tenê ji ber raman an jî nasnameya xwe ya milî, tên darve kirin. Rastiya wê sîyasetê ew e ku bi stratejiya şikandina vîna azadiyê tunekirina miletê Kurd tê armanc kirin. Lê belê, bi qasî vê wehşetê rastiyeke din a biêş heye. Ew jî temaşekirina cîhanê ya li hemberî vê hovîtî û trajediyê ye. Ev bêdengî û bêhelwestî agirê hovîtîyê û dagirkerîyê geş dike.

Bertek û peyamên şermezarkirinê yên ji hêla saziyên mafên mirovan ve tên weşandin an jî tê nîşandin, ji bo rawestandina înfazan têrê nakin. Ev saziyên ku tenê bi karên raporkirinê ve tevdigerin, nikarin li hemberî binpêkirina "mafê jiyanê", mekanîzmayeke pratîk a cezakirinê ava bikin û encam bigirin. Lewra berjewendîyên dewletan û têkilîyên wan yên aborî bi hevre girêdayî, sazîyên heyî dîl girtîye û ji ber van sedaman li hemberî zulmê bêkêr dimînin. Têkiliyên siyasî, aborî û dîplomatîk ên dewletên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne, ji ber parastina berjewendiyên xwe bi şêweyek hevpar bêdengîyê dipejirînin û ew jî rejîma Îranê di warê zilmê û îdaman de wêrek dike û rê li ber binpêkirina mafên mirovî yên gerdûnî teşwîq dike.

Noqteyek din jî, helwesta xemsar a dewletên Ewropayê yên ku di her fersendê de xwe wekî pêşengên demokrasî û mafên mirovan nîşan didin li holê ye. Ev xemsarî û bertekên wan nîşandide ku berjewendiyên wan yên rojane ji jiyana mirovan bihatir tên dîtin. Siyaseta Neteweyên Yekbûyî û “dergûşa demokrasîyê” welatên Ewropa gava ku mijar digihîje berjewendîyên wan, di warê ambargoyên aborî û hevsengiyên dîplomatîk de dengê xwe nakin û li dijî zilmê bêdeng dimînin. Bi wan helwestên xwe yên dûrî mirovahîyê li hemberî werîsên ku li stûyê ciwanên Kurd tên pêçandin, ketine bêdengiyeke kerr. Ev helwest û hesasiyeta wan a “bijartî" û qirêj baweriya bi dadperweriya navneteweyî ve sar dike û bingeha bawerîyê ji kûr ve dihejîne.

Ji her tiştî wêdetir, pasîfbûn û avahiya parçe-parçe ya dîasporaya Kurd a ku divê bibe dengê xwişk û birayên xwe, trajediyê hîn kûrtir dike. Hêza nifûsê ya mezin a dîasporayê ya li navendên Ewropayê, ji hejmara gelek dewletan zêdetir e, lê mixabin ji ber ku li wir bêrêxistinî desthilatdar e, xebatek bi bandor û lobiyek bi hêz li qadê tune ye, ji ber vê yeke jî diaspora Kurd nikarin hêza xwe ya sivîl û demokratik di kolanan de bi hêrseke mafdar, bi bertek û zextên demokratik, bi bandorek xwedî encam li ser rejîma Îranê tesîr bikin.

Êdî ne dema şermezarkirinê, dema li dij rawestandinê ye. 
Her roj bang û qêrîna cîwanekî Kurd di medyaya civakî de cîh digire. Her diçe di nav civakê de bandora bêdengî û bêhelwestî zede dibe. Cîwanê Kurd Naser Bekirzade ku 26 salî ye, di nameya xwe de dibêje “ji ber ku ez Kurd im sizayê îdamê dan min” Heta niha bi deh hezaran xort û keçên Kurd ji alîyê rejîma hov a Îranê ve hatine daliqandin.

Bêdengî û bêhelwestîya raya giştî rê li ber dagirker û zaliman xweştir dike. Ji ber vê yekê divê neyê jibîrkirin, her îdamek ku li hemberî wê bêdengî tê parastin, dibe bizmarekî li ser tabûta dadperweriyê ye.

Bêdengîya li hemberî qêrîna ciwanên Kurd ên li ber sêpîyên îdamê, hevparî û beşdarîya vî sûcî ye.

Bêdengî, bê helwestî û bê rêxistinî rê li ber gunehkarîya civakî xweştir dike. Bi qêrîn û bertekên neteweyî li xwe û hêjayên xwe xwedî derkevin! 01.05.2026 Cano Amedî