Di 42 salîya îdama wê de Leyla Qasim hat bibîranîn

PAK bi daxuyanîyekê 42 salîya wê de Leyla Qasim bi bîr anî

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi daxuyanîyekê 42 salîya wê de Leyla Qasim bi bîr anî.

Di daxuyanîyê de dihê gotin ku; ”Leyla Qasim tekoşereke jin a endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK I) bû. Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir. îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe. Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e. Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jenosîd dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire.”

Wek dihê zanîn Leyla Qasim di 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hatibû darvekirin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê