Di 40 saliya şehadeta wî de, PAKê Ferit Uzun bibîr anî

Bi hilkefta 40 saliya şehadeta wî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Ferit Uzun bibîr anî û got: "Li ser şehîdbûna wî 40 sal derbas bûye hîn jî di dilê welatperweran de zindî ye."

Di peyama ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê ve hatî şandin de wisa hat gotin:

"Di 40 saliya şehadeta Ferît Uzun de em wî bi rêzdarî bibîr tînin

Ferit Uzun 40 sal berê, rojek wek îro bi hinek destên qirêj hat qetilkirin.

Welatperwerê Kurd Ferît Uzun têkoşerekî dilsoz ê gel û netewa xwe bû. Li ser şehîdbûna wî 40 sal derbas bûye hîn jî di dilê welatperweran de zindî ye.

Em Ferît Uzun di salvegera 40emîn a şehîdbûna wî de, bi rêzdarî bibîr tînin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin