Di 2 rojên dawîn de li Efrînê 17 kes can da!

Di nav 2 rojên dawîn de, li nava bajarê Efrînê 5, li gundê Stêr 1, li gundê Qestel Cindo 7 û li gundê Qerebaba 4 welatiyên Sivîl dema vegeriyan malên xwe di encama teqîna bombeyên vedayî canê xwe jidest dan.

Ji roja dagirkirina Efrînê ve rojane bûyerên teqînan li Efrînê û gundê wê rû didin û

ta niha ti aliyekê li çandin û vedana wan bombe û mînan mikur nehatiye.

Ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê,

zêdetir ji 300 welatiyên sivîl şehîd bûbûn û zêdetri ji 700 sivîlên din jî birîndar bûbûn,

û zêdetir ji 200 hezar jî derbider bûn.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê dizî û talana mal û milkên xelkê Efrînê dikin
 

Lê ji piştî girtina Efrînê di roja 18ê Adara borî de û nemana topbaran û bombebaranê,

ji bilî ku niha xelkê Efrînê dibin qurbaniyên bombeyên vedayî, mal û samanên Efrîniyan

li ser destê çekdarên opozîsyonê hatin dizîn û talankirin, bi sedan xelkê Efrînê jî tên girtin û

binçavkirin.

Ev yek di demekê de jî, ji zêdetir ji 8 rojan bi hezaran derbiderên Efrînê li rêbenda gundê Kîmarê ya di destê çekdarên

opozîsyona Sûriyê de ye asê mane û rê ji bo vegera wan ber bi Efrînê nayê dayîn û

di rewşeke mirovî ya dijwar dimînin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin