Di 114 salîya rojbûna wî de PAK serdana mezelê Barzanî kir

Heyetek ji Partîya Azadîya Kurdistan (PAK) bi minesebeta roja jidayikbuna Mele Mustafa Barzanîyê nemir, li Barzan seredana mezelê Mustafa Barzanî kir.

Endamên Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya, li gel endamên Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Abdî Işık û Temo Ayas û gelek dostên PAKê roja 14.03.2017an bi minasebeta 114emîn jidayikbûna Mele Mustafa Barzanîyê nemir, li Barzan seredana mezelê nemiran Mele Mustafa Barzanî  û Îdrîs Barzanî kirin.

Heyeta PAKê çelengeke gulan danî ser mezelê nemiran. Rêzdar Şêx Xelat Barzanî yê Nûnere Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî pêşewazîya heyeta PAKê kir û spasîya xwe anî ziman. Li ser navê heyeta PAKê Evdirehman Gundikî jî  Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi giramî bibîr anî û piştgirîya PAKê ji bo meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê bilêv kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin