Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî şeşemîn karwana alîkarîyê dişîne Rojava

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 40 kamyon alîkarîyan mirovî dişîne Rojavayê Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan- Televîzyona K24 ragihand, îro karwaneke alîkarîyan ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku ji 40 kamyonan pêk tê, di derîyê sînorî yê Fîşxabûrê re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.

Berpirsê wê karwanê Pîrdîyan Ceifer ragihand, ev karwana şeşemîn ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye bo xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Pîrdîyan Ceifer da zanîn, karwana han ji 40 kamyonan pêk tê. Ev hevkarî 1700 kon, 9 hezar doşek, 2600 fîlterên avê, 600 kartonên cilûbergên zinvistanê li xwe digire.

Wî berpirsê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî her wiha got, em wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, van pêwîstîyan, li gor lîsteyên ku li Rojavayê Kurdistanê tên amadekirin, dişînin. Pêdvîya wan bi çi hebe, em jê re amade dikin. 

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir