Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 90 karton derman pêşkêşî Tenduristiya Hesekê kir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di çarçoveya berdewamiya kar û xebatên xwe yên mirovî de, 90 karton derman û pêdiviyên bijîşkî radestî Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê kir.

Dezgehê îro 17ê Cotmehê belav kir, di çarçoveya hewlên berdewam ên di warê saxlemî û tenduristiyê de, wan roja 14ê Cotmeha 2026an alîkariyeke nû ya bijîşkî ku ji 90 karton derman û pêdiviyên tenduristiyê pêk dihat, ji Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê re dabîn kir.

Ev gav di çarçoveya piştevaniya berdewam a dezgehê de ji bo kerta tenduristiyê, bihêzkirina şiyana nexweşxane û saziyên dermankirinê û her wiha baştirkirina asta xizmetguzariyên bijîşkî ji bo welatiyan hatiye avêtin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wekî rêxistineke pêşeng a mirovî, heta niha li Rojavayê Kurdistanê û çendîn parêzgeh û bajarên din ên Sûriyeyê alîkariyên curbicur ên xwarin, tenduristî û lojîstîkî pêşkêşî malbatên hejar û hewcedar dike. (K24)

Kurdistan Haberleri

Metirsiya bidarvekirinê li ser Herî kêm 20 girtiyên din ên meha Befranbarê heye
Pişka Ziman û Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Îlamê tê vekirin
Rejîma Îranê zozanên Rojhilatê Kurdistanê bombbaran kir
Ji bo Kaniya Şêx Seîd tabela hatin danîn
5 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî hat birîn