Dezga Giştî ya Deverên di Derveyê Kurdistanê de gotinên parêzgere Kerkûkê Muhammed Saman red kir

.

 “Rêvebiriya Giştî yê Deverên di Derveyê Îdara Kurdistanê de mane” bertekê nîşanî gotinên parêzgerê Kerkûkê yê Turkmen Muhammed Saman da û gotinên wî red kir.

Rêvebiriya navborî ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêka wan deveran, xala destûra Iraqê ya 140an hêjî guncaw e.

Dema hêzên koalisyona hevkariyê ji bo Kurdistanê xeta paralel ya 36an danî, gelek deverên Kurdistanî di bin desthilata Saddam Huseyîn de man ku hinek ji wan Zimmar, Xaniqîn, Celewla, Kerkûk, Dûzxwumatû û gelek deverên din in.

Li gor destûra Iraqê; diviya li wan deveran serjimêr an referandûm bihata kirin û li gor wê tevlî îdara Herêma Kurdistanê bibûna an nebûna. Lê di mijarê de esas serjimêra Kerkûkê wan deveran ya sala 1957 e.

Lê 23 sale ku hukumetên Bexdayê xala 140ê çareser nakin û demografiya deverên navborî diguhêrin da di pêşde nûfûsa Kurdan li wan deveran kêm bikin û di serjimara wan de, ji xwe re bikin wekî delîl.

Her hukumeta federal berya bibe desthilat soz dide Kurdistanê ku dê madda 140 çareser bike lê paşî li gotinên xwe poşman dibin û xalê bicîh nakin.

Çend roj berê parêzgerê Kerkûkê yê Turkmen di daxwuyaniya xwe de gotinên ji sînorê xwe zêdetir kiribû

Kurdistan Haberleri

Parlamena Almanyayê xelata mirovî pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir
Nêçîrvan Barzanî: Divê çek tenê di destê dewletê de bin
Dijwar Fayeq bo Parêzgarê Kerkûkê: Daxuyaniya te şaşiyeke stratejî ye û madeya 140ê zindî ye
Swîsreyê Bahar Yalçinkaya radestî Tirkiyeyê kir: Tevî pitika xwe hat girtin
Mijara sereke ya civînên li Enqereyê: Tevlîkirina HSDyê ya nav artêşê