Li gor çavkaniyên herêmî, milîtanên DAIŞê bi çekên giran êrişeke mezin birin ser noqteya şervanên HSDê yê gundê El Behrayê. Di navbera şervan û milîtanan de şer û pevçûnên dijwar qewimîn. DAIŞê di êrişê de Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) û hawan bikar anîn. Şervanan 3 balafirên NHB û 3 hawan îmha kirin.
Şervanan êrişa DAIŞê bi temamî têk birin. Di pevçûnan de 27 milîtanên terorîst hatin kuştin û gelek cebilxane û teqemenî kete destê şervanên HSDê. Gundê El Behra 44 kîlometroyan li başûrê rojhilatê Meyadînê û 3 kîlometroyan jî li bakurê Hecînê dikeve.