Deynê xezîneya Tirkiyê 240 milyar dolarî derbas kiriye

.

Li gor raporta Partiya Komarî ya Gel (CHP), deynê xezîneya Tirkiyê heta dawiya meha Temûzê trîlyonek û 152 milyar ê navxweyî û 880 milyar ê derveyî welat bi tevahî gihîştiye 2 trîlyon û 32 mîlyar lîreyên tirkî (240 milyar dolar).

Koma CHPê ya parlamentoyê raporta xwe ya aboriyê ku deynên Tirkiyê tê de cîh digrin eşkere kir. Di raporta CHPê de hatiye destnîşankirin ku deynê derveyî welêt ê xezîneya Tirkiyê 104 milyar dolar e û Tirkiyê ji ber faîza deyn bi dolar rîskeke mezin stendiye.

Li gor raportê Tirkiyê di navbera mehên Çile û Tîrmehê 2021ê de 114 milyar lîreyên Tirkî faîza deynan daye. CHP di raporta xwe de dibêje, deynên Tirkiyê di serdema 18 salên desthilata AK Partiyê de 8 qat zêde bûne. Li gor raportê deynên Tirkiyê di dema desthilata AK Partiyê de trîlyonek û 789 milyar lîreyên Tirkî zêde bûne.

Dîsan li gor raportê Tirkiyê di sala 2021ê de 86 milyar lîre ji navxwe û derveyî welêt pere deyn kirine. Herwiha deynê Tirkiyê di sala 2021ê de ji ber bihabûna nirxê dolar jî 133 milyar zêde bûne. Li gor raportê di serdema AK Partiyê de bi tevahî trîlyonek û 180 milyar lîre faîza deynan hatiye dayîn.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da