Dewlet gav paş ve avêt; Koleja Dîcle-Firat nahê girtin!

Sebahattîn Korkmaz bi dengekî bilind îtîraza xwe nîşan dabû û di rojevê de cîyê xwe girtibû.

 

Di 23ê Tîrmehê de Qerarnameya yekem a OHALê  di Rojnameya Resmî de hat weşandin û di jîyanê de hat tetbîqkirin.

35 dezgehên tenduristî, 934 dibistan, 104 waqif, 1125 komele, 15 zanîngeh, 19 sendîqa hatin girtin. Dihê ragahandin ku ev dezgeh bi Cemaata Fettullah Gulen re di nav têkiliyan de ne.

Di nav wan dibistana de dibistaneka bi navê Koleja Dicle-Firat ku li Diyarbekirê bi zimanê ingilîz-Kurdî perwerde dida hatibû mohrkirin û xwedîyê dersxanê û nivîskarê malpera me Sebahattîn Korkmaz bi dengekî bilind îtîraza xwe nîşan dabû û di rojevê de cîyê xwe girtibû.

Piştî ku mufetîşên bacê yên dewletê lêlolîn kirin û derket meydanê ku têkilîya wê bi Cemeata Gulen re tuneye biryaragirtina wê paşve hat stendin!

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")