Dewlemendên cîhanê di heyama koronayê de 10.2 trîlyon dolar qezenc kirin

Dewlemendên cîhanê di heyama koronayê de 10.2 trîlyon dolar qezenc kirin

Li gorî rapora banka Swîsreyê UBS, di heyama pandemiya vîrusa koronayê de milyarderên cîhanê samana xwe bi qasî 10.2 trîlyon dolaran zêde kirin.

Li gorî raporê ev tê wateya ku dewlemendên super ên cîhanê di heyama vîrusa koronayê ya mehên Nîsan-Tîrmeha 2020an de, dewlemendiya xwe ji rêjeya çar yekê zêdetir kirin.

Herwiha li gorî rapora UBSê hejmara milyardarên dolar jî di heyama Covid-19ê de 2 hezar û 89 kes zêde bûn.

Rapor balê dikişîne ser vê dewlemendiya zêde û destnîşan dike ku dibe ev yek bibe sedema serîhildaneke gerdûnî li seranserê dinyayê.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye