Desteya Serbixwe ya Mafên Mirova daxuyaniyek li ser şehîdên Pêşmerge belav kir

.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirova li Herêma Kurdistanê, li ser şehîd  û birîndarbûna hejmarek Pêşmergeyan ji aliyê PKKê ve daxuyaniyek belav kir.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirova li Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir: ‘‘Mixabin îro hêzeke Pêşmerge bi armanca parastina navçeyên devera Amêdiyê re tên şandin, lê ji aliyê hêzeke PKKê ve êrîş li ser wan pêktê û hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar dibin.’’

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirova li Herêma Kurdistanê da zanîn: ‘‘Em wek Desteya Serbixwe ya Mafên Mirova li Herêma Kurdistanê nîgeranin ji vê bûyerê û şehîd û birîndarbûna hejmarek Pêşmerge û heman demê de em vê êrîş û kiryara PKKê ya li hember Pêşmerge û axa herêma Kurdistanê şermezar dikin. Em dubare teqez dikin ku pêwîste demekî kurt de PKK şer û çalakiyên xwe li sînorê Herêma Kurdistanê bibe der û rêz li ax û serweriya herêma Kurdistanê bigre û êdî nebe hêvinê bahaneyan bo rakêşana welatên cîran ji axa herêma Kurdistanê re û aramiya ax û sînorên herêma Kurdistanê têknede û nebezîne.’’

Li gor heman daxuyaniyê eşkere kiriye: ‘‘Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin û hêviya selametiyê û zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazin û em daxwaz ji hemû aliyan dikin xwe li berçav re derbas bikin û dûr ji şer rewşê kontrol bikin û aştî û aramiyê vegerînin navçeyê.’’

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn