Desteya Bilind a Hilbijartinan: Li herêma erdhejê ti astengî bo hilbijartinê nînin

.

 Şandeya Desteya Bilind a Hilbijartinan lêkolînên xwe yên li herêma erdheja Mereşê temam kirin û ragihand ku ti astengî bo kirina hilbijartinan nîne.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) piştî erdheja 6ê Sibatê ku bandor li 11 parêzgehan kiribû bi armanca lêkolînê şandek pêk anîbû û şanda desteya navborî li 11 parêzgeh û 62 navçeyan lêkolînên xwe bidawî kirin.

Li gor medya Tirkiyê şandê di encama lêkolînên xwe de ji bo Desteya Bilind nêrîna xwe ya “ti astengî bo kirina hilbijartinan nîne” pêşkêş kiriye û di vê çarçoveyê de zerardîtiyên erdhejê dê çawa dengê xwe bikar bînin hatiye zelalkirin.

Bi armanca welatiyên ku ji parêzgehên xwe çûne parêzgehên cûda dengê xwe bikaribin bikar bînin dê Rêveberiya Karûbarên Hemwelatî û  Nifûsê navnîşanan nû bike û dê tomarên hilbijêran jî li gor vê yekê bên nûkirin.

Li gor texmînan ji 3 milyon û 300 hezar welatiyên ku ji herêma erdhejê koç kirine nêzîka 1 milyon û 500 hezar kes hilbijêr in.

Kurdistan Haberleri

Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne
Peyama kak Mistefa Hicrî li derheq êrîşa neheqî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî
N. Aso Minberî: Mangirtin, Rapersîyeke Berdewam