DESTANA RIZGAN Û NÛRÊ

Occo Mahabad

DESTANA RIZGAN Û NÛRÊ

Occo Mahabad

Hîma vê destanê li ser evîneke negihîştî û azarkêş hatiye afirandin. Aliyekî hezkirineke mezin û fedakar lê li aliyekî din bedbextbûneke kesernak û wêranker tê dîtin. Çavkaniya vê destanê jiyana me ya rojane ye ku her ro li herêmekê rastî me tê.  Di vê destana klasîk û xelkî de motîfên sereke eşq, evîn, hevnegihiştin, êşkişandin, bêrî, hêvî, fedakarî, berxwedan, tirs û mirin in.

Di destanê de em dibînin ku çînên serdest, hêzdar û dewlemend çînên bindest û kedkar biçûk dibînin, qîzên xwe layiqî wan nabînin.

Dengbêjên me vê destanê di meqama klamkî de û bi awayekî kurt vedibêjin lê çîrokbêjên me ji gellek aliyan û bi detayî ji me re neqil dikin. Rehmetî meta min çîrokbêjek pirr jêhatî bû, dikaribû bi saetan ji we re qala destan û çîrokên curecur bikira. Ez ê hewl bidim ku ji devê meta xwe vê destanê ji we re binivîsim.

Rizgan û Nûrê aşiqê hev in û bi salan e hev hez dikin lê Rizgan şivanê gund e, feqîr e, belengaz e, bê mal û milk e, xortekî camêr û dilsoz e. Ne neheqiyê dike ne jî neheqiyê qebûl dike, merivekî dilgeş û adil e.

Nûrê qîzeke bedew û xweşxûy bû, husn û cemaleke wisa lê hebû dema meriv çav pê diket te digot qey horî ye ji bihûştê reviyaye hatiye li kêleka Rizgan rûniştiye. Meriv dêna xwe bida wek ava kevserê bû, dilê xortan pê tev kûl û birîn bûn.

Bavê Nûrê serdestê gund e, dewlemend e, dixwaze qîza xwe bide mirovekî zengîn û wekî xwe bi nav û deng. Li ber çavê wî, merivên feqîr rût û tazî bûn, xêr jê nedihatin, ew xwe bikuşta jî qîza xwe nedida feqîrekî.

Occo kurapê Nûrê ye, girêdayî erf û edetên xwe ne, herî zehf nêçîran hez dike bi taybetî nêçîra kêvroşkan. Occo jî wekî apê xwe merivekî dewletî û hêzdar e. Ji zartiyê heta xortaniya xwe bi Nûrê re mezin bûye, bi salan e dil berdaye Nûrê. Sibê zû radibe ji vê deştê bigire heta vê qûntarê, Nûrê berê xwe bide kuderê şev û roj li pey Nûrê mîna siyekê digere, bi dizîka çavdêriya wê dike. Occo naxwaze ku Nûrê bi Rizgan re bizewice. Merivekî çavsor,  hesûd û zalim e.

Çend caran malbata Rizgan ji bo xwezginiyê diçin mala bavê Nûrê lê di her çûyînê de bi destvala vedigerin. Bavê Nûrê Rizgan biçûk dibîne, dilê wî tune ku qîza xwe bi şivanekî re mêr bike. Rizganê belengaz çi dike çi nake nikare bigihîje miradên xwe.

Rizgan bi rojan difikire, dawiyê biryar dide ku wê Nûrê birevîne şikefta Qûlî. Biryara xwe dibêje Nûrê lê Nûrê naxwaze Rizgan wisa bike ji ber ku qîzrevandin işê namûsê bû li gorî kevneşopiyên civakî dawiya revê kuştin û mirin bû.

Nûrê bi lavayî bang dike Rizgan:

Bê de lolo lolo lolo…

Rizgan ez bi qurban nizanim bextê min bû yan talihê te bû?

Berfanî berfa nerm e.

Heyrano rûkê erdê kiriye wekê çerm e.

De tu were min porkura Xwedê nerevîne, nebe Şikefta Qulî.

Şikefta Qulî şikeftekî cihê bê warî, cangê kurapê min nêçirvan e.

Sibê zû radibe, pey kevrûşka digerine.

Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje.

Lo te jî ser da axx?”

Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano Bê de lolo lolo lolo…

Rizgan guh nade Nûrê, bi hespê xwe yê qemer û qewî wê direvîne şikefta Qûlî. Şikefta Qûlî cihê aşiq û evîndaran e, ji gund dûr e, ewle ye. Her evdê Xwedê nikare derkeve serê şikeftê, li ser zinarekî bilind û asê ye.

Piştî revê herdu dilketî û evîndar diwestin, Rizgan gazî Nûrê dike:

Rizgan go Nûrê,  wa Nûre, were qasekî çoka xwe bide erdê,

Ezê serê xwe bidim ser çokê ye.

Nûre çoka xwe dide erdê, Rizgan serê xwe dide ser çokê ye.

Kete xewê û xewnê ye.

Ji xewa şêrîn bazda go Nûrê, wa Nûrê!  Mala bavê lê xerab bûyê!

De rabe minê xewnekî dîtiye.

Ezê xewna xwe bibêjim, tu porkura Xwedê xewna min şirove bike axx.

Ê de go; “min dîtibû darekî li derê mala bavê te şîn bûye.

Wê darê du çiqil, her çiqil sêvekî, her sêvê kewekî gozel li ser e.

Minê bala xwe dayê teyrê qereqûşê jor de li serê herdû kewa gozel difirî ax.”

Rizgan bi tirs ji carekê ve behsa xewna xwe dike, Nûrê xewna wî dibihîse diricife, tirs û xofeke mezin û bêhempa dikeve dilê wê. Qîzrevandin karê mêran e lê dawiyê kuştin û mirin e. Dizane ku bavê wî  niha ji bo dîtin û kuştina wan, kurapê wê Occo peywirdar kiriye. Occo zalim e çavsor e, ew ê xwîna wan birijîne bo namûs û mêraniyê.

Bang dike Rizgan, tirsa xwe jê re şîrove dike:

Nûrê go; Rizgan ez bi qurban, Xwedê xewna te bi xêr ke.

Dara derê mala bavê min ji bejna min e.

Herdû çiqilê pêva bext û mirazê min û te ne.

Herdû sêvê li ser, memikên min in.

Herdû kewê gozel eslê rihê me ne.

Teyrê qereqûçê Occo’yê kurmamê min ê nêçîrvan e.

Sibê zû radibe, pey kevrûşka digerîne.

Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje.

Lo te jî ser da axx.

Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano… Bê de lolo lolo lolo…

Rizgan dibê netirse Nûrê aş be, heke Occo mêr be ez jê mêrtir im. Çima destê Occo bi çek e yê me bi text e.

Nûrê tê cem Rizgan, dikeve hembêza wî ya êgir, dilê xwe dike nermenerm. Lêvên xwe datîne ber qeraxa devê Rizgan laşê xwe dike germegerm. Hev şa dibin pev şa dibin kelekel. Dikevin xew û xewneke giran heya ber sibê. Nûrê bi qebqeba kewan hişyar dibe.

Sibe bû, kubara sibê ye.

Nûrê derdikeve ber derê şikeftê ye.

Dinêre Occo xuya ye jêr de tê ye.

Nûrê diçe pêşiyê Occo.

– “Occo ezê bextê te de me,

Were Rizgar nekuje xortek heyf e, take tenê ye.

Were min porkura Xwedê bikuje,

Poz û guhê min jê ke, têke cêva xwe de.

Sibê ro nava eşîrê derxe. Him te re nav e, lo him namûs e ax.”

Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano…

Teyrê qereqûşê Occoyê zilimkar, bi fermana bavê Nûrê hatiye ji bo kuştina herduyan. Occo Nûrê guhdar nake, bi sîle û şeqamên nexêr canê wê diêşîne,  berê Nûrê dikuje pişt re Rizganê di xew û xewnê de ye....

Destana Rizgan û Nûrê bi trajediyeke mezin bi dawî dibe. Nahêlin herdu evîndar bigihîjin miradên xwe û bi bextewarî jiyanek ava bikin. Di destanên evînî de taybetiya sereke hevnegihîştina aşiq û dildaran e. Tucarî derfeteke gengaz peyda nabe ku pevre emrê xwe derbas bikin.

Cudahiyên çînî, civakî û takekesî di vê destanê de pirsgirêkên herî mezin in. Malbatên dewlemend merivên kedkar, karker û feqîr biçûk dibînin naxwazin qîzên xwe bidin wan. Ji ber vê yekê her meh bi dehan civanên Kurd ji bo mehneya namûsê tên kuştin. Heke em derdora xwe baş mêze bikin em ê bibînin ku li Kurdistanê bûyerên bi vî şiklî her ro diqewîmin, gellek Rizgan û Nûrê di civaka me de bi pisgirêkên wisa re rû bi rû dimînin.