Dêrsim: ”Navê wî Osman e, lê ji elewîyan hez dike”

Weqîlê qeyyumê Dersîmê walî Osman Kaymak bi minasebeta “Roja Xizir a Kulturê” ji karkirên şaredarîyê re teblîqatek şandîye ku ew mecbûr in, bêşdarê civînê bibin.

Weqîlê qeyyumê Dêrsimê walî Osman Kaymak bi minasebeta “Roja Xizir a Kulturê” ji karkirên şaredarîyê re teblîqatek şandîye ku ew mecbûr in, bêşdarê civînê bibin.

Civîn bi Sirûda Istîklalê ya Tirkan dest pê kiriye û walî di axaftina xwe de  gotîye; nave wî Osman e lê  ew ji alewîyan hez dike û dewam kiriye gotîye; ew ji alîye Wezareta Hundir ve wek wekîlê şaredarîyê jî hatîye destnîşankirin û ew him walî ye him jî şaredar e û  di şertên OHAL de ku selehetîya di destê wî de heye ew dikare her hawî ezîyetê bi însanan bike, lê ew vê yekê nafikire û nayne bîra xwe.

Walî di berdawamîya axaftina xwe de gotîye; xelkê Dêrsimê di rastîya xwe de alewîyên tirkmen in û sadiqê bawerîya xwe ne. Lê terorsîst ew tirsandine û ew nikarin dengê xwe bilind bikin û bi vîyana xwe helwest werbigirin.

Dîyar e, piştî qeyyum hatine tayînkirin wezîfeya wan jî bi wan dane fêrkirin; yek ji wan wezîfeyan jî ew e ku ew dîroka xelqê wî bajarî bi wan bidin fêmkirin ku ew kî ne û eslê wan çi ne.

Walîyê Qeyyumê wekîl Osman Kaymak jî di civîna xwe ya yekem de ji vê destpêkirîye û elewîyên dimilî yê Dêrsimê kiriye tirkmen.

Hevserokê Şaredarîya Dêrsîmê Mehmet Ali Bul di 17ê Mijdara 2016ê de ji kar hatibû durxistin û tewqîfkirin û di şûna wî de walîyê Dêrsimê Osman Kaymak di 19.01.2017ê de wek wekîl hatibû tayînkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin