Deriyekî din di navbera Kurdistan û Tirkiyê de vedibe!

Deriyekî din ê bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê vedibe û dema vebûnê jî hat aşkerekirin.

Rêveberê komelgeha sînorî yê Serzêrê Îrfan Silêman ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, deriyê ku heta niha bo geştiyariyê bû, xwedî giringiyeke mezin e bo herdu aliyan Kurditanê û Tirkiyeyê.

Îrfan Silêman ragehand, biryar e derî di destpêka sala 2019ê û şûnde deriyê Serzêrê bibe deriyekî bazirganî.

Deriyê sînorê Serzêrê ji sala 2006ê ve hatiye vekirin, ku ser bi bajarokê Kanî Masî ye, ser bi qeza Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin