Derhênerê bi nav û deng Kim Ki-duk ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da  

.

Ji ber vîrusa Koronayê, derhênerê li cîhanê serkeftî û bi nav û deng ê fîlman ê ji Başûrê Koreyê Kim Ki-duk, jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya ji aliyê portala Delfi ya çapemeniya Letonyayê,  20ê Sermawezê, Kim Ki-duk çûye Letonyayê. Derhênerê Festîvala Belgefîlman ArtDocFest/Riga Vitaliy Manskiy gotiye, Kim Ki-duk xwestiye li Jurmalayê xaniyek bikire û ji bo vê yekê dê serîlêdana ji bo bihabûnê bide, lê nehatiye civîna ku wan berê diyar kiriye. Piştî ku derhêner nehatiye civînê, hevalên wî li nava welat li nexweşxaneyan geriyane. Derhêner Mansky ji bo portalê daye zanîn, ji ber parastina agahiyan lêgerîna li ser wî dirêj kiriye. Darya Krutova ya bo derhêner wergêrî dikir jî destnîşan kiriye ku derhêner Kim Ki-duk jiyana xwe ji dest daye.

Kim Ki-duk kî ye?

Derhênerê Koreyî Kim Ki-duk, di sala 1960î de li Bonghwa ya Başûrê Koreyê hatiye dinyê. Wî yekem fîlmê xwe, di sala 1996an de bi navê "Timsah" kişandiye. Heta niha bi dehan fîlmên pêşkêşî sînemaya Kore û ya dinyayê kiriye hene. "Êş" (Pieta), "Bihar, Havîn, Payîz, Zivistan... Û Bihar" (Spring, Summer, Fall, Winter... and Spring), "Tor" (The Net), "Nefes" (Soom), "Xewn", "Mala Vala" (3-Iron), "Moebius" hin ji fîlmên wî yên ku dihatin zanîn bûn.

Kim Ki-Duk, ji festîvalên navdar wekî Festîvala Fîlman a Venedîkê, Cannesê, Berlînê, San Sebastianê xelat girtibûn.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye