Dêrên Hewlêrê yên Asûrî û Kildanan spasiya Serok Barzanî kirin

.

Esqufê (Qeşe)  Ebreşiya (Dêr) Hewlêrê û Esqufê Ebreşiya Hedyab spasiya Serok Mesûd Barzanî dikin, ji ber ku bi germî pêşwazî li Papayê Vatîkanê Papa Francis kir.

Serokê Esqufê Ebreşiya Kildanan li Hewlêrê Metran Beşar Mete Werde û Esqufê Hedyab yê Siryanên Catholic Metran Nesnaîl Seman di daxuyaniyekê de spasiya Serok Barzanî ku pêşwaziyeke germ li Papa Francis kiriye.

Di beşeke daxuyaniyekê de hatiye, “Serok Barzanî wek parêzvanê tevahiya pêkhateyên netewî û olî di dema êrîşa DAIŞê de, wek birayekî pêşwazî li koçberan kir û deriyên Herêma Kurdistanê di rûyê de wan de vekirin.”

Herwiha got: “Ji ber qehremaniya hêza Pêşmerge, koçber karîn vegerin ser mal û milkên xwe û karîn navçe û perestegehên xwe jî avedan bikin.”

Roja 7ê Adara 2021an, Papayê Vatîkanê Papa Francis bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û piştre serdana parêzgeha Nînowa kir, danê êvarê jî bi amadebûna 10 hezar kesan, qudaseteke mezin encam da.

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir