Derbarê serokê berê yê baroya Amedê de lêpirsîn destpê kir

.

 Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, li ser serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Cihan Aydin, bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" dest bi lêkolînê kir. 

Baroya Diyarbekirê li ser Twitterê ew yek piştrast kir û diyar kir, ji aliyê serdozgeriyê ve li dijî serokê wan ê berê Cihan Aydin lêkolîn hatiye destpêkirin.

Herwiha Baroya Diyarbekirê daye zanîn: “Derbarê Serokê me yê berê Cihan Aydin ji ber daxuyaniya Navenda Mafên Jinan a bi serenavê "Na ji şer re, Niha Aşitî" ya  di 11 Cotmeha 2019an de, bi îdiaya "propagandeya rêxistinê" lêkolîn hatiye destpêkirin.”

Baroya Diyarbekirê di beşeke din a peyama xwe de destnîşan dike: “Baroya me ji bi gef lê xwarina lêkolînan dev ji parastina aşitiyê bernade.”

Cihan Aydin ji Cotmeha 2018an ve heya roja lidarxistina 47emîn kongreya baroyê di Nîsana îsal de, heta 2 sal û nîvan serokatiya Baroya Diyarbekirê kir.

Îsal di 11ê Nîsanê de Baroya Diyarbekirê 47emîn kongreya giştî ya xwe li Navenda Kongreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê saz kir û tê de Nahît Eren bi dengê piraniya beşdaran weke serokê nû yê Baroya Diyarbekirê hat hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn