Lokman Polat
Pirtûka Cankurd ya bi nave ”Selahdînê Eyûbî – Kurdekî Cîhan Hejan” di nav weşanên ”Helwest”ê de li Stockholm/Swêdê di sala 2000î de derketiye. Pirtûk 68 rûpel e. Pirtûka lêkolînê ya li ser jiyan û têkoşîna Selahdînê Eyûbî ya li dij xaçperestan e.
Di pirtûkê de bi sernavê ”Serdarê Rojhilata Navîn” pêşgotineke bi îmzeya weşanên Helwest heye. Vê pêşgotinê min bi xwe nivîsîbû. Piştî vê pêşgotinê ”Sergotin”a Cankurd heye. Cankurd dibêje ” Navê Selahiddînê Eyûbî min mina ku kurd dibêjin Selahdîn xistiye gotarê.”
- Rewşa Musilmanan berî derketina Selahdîn.
- Destpêka hêrişên xaçperestan.
- Derketina Selahdînê Eyûbî.
- Xwendina Selahdîn.
- Çûyina Selahdîn Misirê.
- Egerên Serkeftina Selahdîn. Cenga Selahdîn bi xaçperestan re.
- Koçkirina Selahdîn.
- Jêderên gotarê.
Di jêderên gotarê de 16 çavkaniyên nivîskî, navên pirtûk û gotaran hene. Di dawiya pirtûkê de jî çend wêneyên Selahdînê Eyubî, di bin wêneyan de bi tîpên arebî/aramî nivîs heye. Wêneya qubeya Qudusê/Jarûsalemê û nexşeya împaratoriya Eyûbiyan heye.
ROMANA
ŞÛRÊ SILTAN SELAHDÎNÊ EYÛBÎ
Vê romanê min bi xwe nivîsî. Min wê wek romaneke dîrokî nivîsî û weşand. Orîjînala romanê bi kurdî/kurmancî ye. Roman du car bi du navên cuda hate weşandin. Piştî weşana wê ya kurdî, ji alî mamoste Metîn Dîlan ve li tirkî hate wergerandin û bi tirkî li Stenbolê hate weşandin.
Di romanê de evîna Şîrzad û keça mîrê Merwanîyan Nurheyatê tê rave kirin. Mîr ji bo ku keça xwe nede Şîrzad şertên giran datîne pêşberê wî û dibêje „heger te van şertan bi cih anî, wê demê ez ê keça xwe bidime te. Yek ji wan şertan jî anîna şûrê Siltan Selaheddînê Eyûbî yê.
Şûrê Siltan Selaheddînê Eyûbî romaneke serpêhatiyeke dîrokî ye, serpêhatiyeke balkêş e û romaneke ku tê de bûyerên dîrokî yên cûrbecûr bi xewn û xeyalan re li hev dicivin hatiye hûnandin.
Didome.