Kemal Tolan
Ji bo namzetên ku dê di 13.09.2026an de ji bo şaredariya mezin a Oldenburgê bên hilbijartin, çalakî û gotûbêjek hat lidarxistin.
Ev civîn roja duşemê (17.08.2026), di navbera saet 18:30 û 21:00an de li „Foruma Êzdiyan a Oldenburg e.V.“ê pêk hat. Di vê çalakiyê de, hemwelatiyan derfet dît ku helwest û bernameyên namzetên şaredariyê nas bikin, pirsên xwe rasterast ji wan bipirsin û beşdarî gotûbêjê bibin.
Tiştê ku herî zêde bala min kişand û ez pê serbilind bûm ew bû ku min çend keç û xortên Êzdî nas kirin, yên ku ji bo encûmena bajarê Oldenburgê (Stadtrat) bûne namzet (li wêneyê binêrin).
Navên hin ji wan namzetên me yên hêja:
▪ Birêz Nojdar Saed (Lîsteya Bündnis 90/Die Grünen)
▪ Birêz Dara Bako (Lîsteya Bündnis 90/Die Grünen)
▪ Xanim Güzel Tulan (Lîsteya SPD)
▪ Xanim Leyla Düman (Lîsteya Die Linke)
▪ û hwd.
Ez bang li hemû Kurdên ku li bajarê Oldenburgê dijîn û xwediyê hemwelatiya Almanyayê ne dikim:
Di 13ê Îlona 2026an de (13.09.2026) herin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin! Dengê we mafê we yê herî pîroz û paşeroja we ye.
Ez ji dil serkeftinê ji bo namzetên şaredariya mezin û bi taybetî jî ji bo xort û keçên me yên Êzdî yên ku ji bo encûmena bajarê Oldenburgê berendam in, dixwazim!