Demografiya Efrînê tê guherandin: Xûtayî, tevî çekdaran li Efrînê têne bicihkirin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan angaşt kir, çekdarên Feyleqa El-Rehman ku ji Xûtaya Rojhilat hatibûn derxistin, li Efrînê hatin bicihkirin.

Rewangehê îro angaşt kir, çekdarên Feyleqa El-Rehman piştî ku bi serperiştiya Rûsyayê ji Xûtaya Rojhilat hatibûn derxistin, ligel malbatên xwe ber bi Idlibê ve çûn.

Rewangeha Sûrî aşkere kir, bi dehhezaran çekdarên Feyleqa El-Rehman û malbatên wan ji parêzgeha Idlibê derbasî gundên Efrînê bûn û li malên Efrîniyê ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê koçber bûne, bicih bûn.

 

Tê zanîn bi sedhezaran koçberên Efrînê yên li navçeyên bakurê Helebê ligel bêdengiyeke navdewletî û rêxistinên mirovî û hawarhatinê û piştguhkirinekê ji aliyê ragihandinê ve di rewşeke mirovî ya xirab de dimînin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin