Demirtaş Û Parêzerên Wî Beşdarî Dadgehê Nabin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş biryar daye ku di civîna îro ya dadgehê de amade nebe û li benda biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bimîne.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş biryar daye ku di civîna îro ya dadgehê de amade nebe û li benda biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bimîne.

Dadgehîkirina hevserokê berê yê HDP, Selahattin Demirtaş hêj berdewam e û di çarçoveya darizandina wî de, biryar e îro civîneke din a dadgehê li Enqerê birêve biçe.

Serdozgariya Komarî ya Tirkiyê di doza ku li dijî Demirtaş de amade kiriye, daxwaza 142 sal cezayê zîndanê ji bo wî kiriye.

Li gor zanyariyên hatine bidestxistin, Demirtaş bi parêzerên xwe re şêwir kiriye û biryar daye ku di civîna îro ya dadgehê de amade nebe.

Pêştir çend civînên dadgehîkirina Demirtaş birêveçûne û Demirtaş di hinek civînan de bi sîstema vîdyokonferansê beşdarî rûniştina dadgehê dibû.

Herwiha li gor heman zanyariyan, Demirtaş dê li benda biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bimîne.

DMMEyê serlêdana parêzerên Demîrtaş ya îsal qebûl kiriye û dê îtîraza wî ya derbarê girtin û dadgehîkirina xwe de bişopîne û biryara xwe di vê bareyê de rabigihîne.

Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve heta niha li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê girtî ye.

 

Siyaset Haberleri

Tirkiye: Eger Sûriye bixwaze em dê piştgiriyê bidinê
Hoşeng Derwêş: Zêdetirî heft hezar çekdarên biyanî di nav hêzên Sûriyeyê de hene
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê derbarê êrişên li taxên Kurdan daxuyanî da
Sûriyeyê mercên diyaloga bi HSDyê re eşkere kirin
Bîlançoya şerê li Helebê hat ragihandin