Demirtaş îro li ser doza serekî tê darizandin

Doza serekî ya Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş a ku jê hatîye berdan, îro li 19emîn ‎Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê tê dîtin. Tê çaverêkirin ku Demirtaş bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdarî ‎dozê bibe. ‎

Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HDPê ragihandîye, civîna dadgehê saet 10:00 li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê û li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.

HDPê daye xuyakirin, ku rûniştina vê carê ya dadgehê dê 3 rojan bidome.

Tê çaverêkirin ku  Demirtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, bi Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bibe.

Li gor daxuyanîya HDPê, Cîgirê Serokê Fraksyona HDPê li parlamentoya Tirkîyê Mithat Sancar û parlamenterên wê partîyê Mehmet Ruştu Tiryaki, Zuleyha Gulum, Murat Çepnî û Zeynel Ozel tevî hejmarek rêveber û rayedarên  partîyê civîna îro ya dadgehê dişopînin.

Di dozê de, ji  Demirtaş re bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirîye” û “Pesnê tawan û tawanbar daye” ‎‎142 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Doza ku li Amedê hatibû vekirin, bi hinceta “Ewlekarîyê” bo Enqerê hatîye veguhestin.

 Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve ji ber vê dozê girtîye û di danişîna 2ê Îlona 2019an de, derbarê wî de biryara berdanê hat dayîn. Lê  Demirtaş nehat bedan û hê jî girtî ye.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Amerîkayê hişyariyeke nû da: Bi ti awayî neçin Îraqê
Bexda û Kerkûk ji PDKyê dixwazin vegere îdareya Kerkûkê
Dijeterora Kurdistanê: li Hewlêrê 8 dronên din ên bombekirî hatin êxistin
HAT NÛKIRIN - Komeleya Şoreşger: 9 Pêşmergeyên me şehîd ketin
Greva Birçîbûnê ya 1500 Girtiyên bin sizayê bidarvekirinê li Qizilhîsarê