Demîrtaş: AKP'ê li Cizîrê Qirkirin Pêk Anî

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di runiştina roja duyê ya dadkirina xwe de bi rêya sîstema vîdyoyê beşdar bû û parastineke dirêj kir.

Navenda Nûçeyan- Demîrtaş, li ser gelek axaftinên wî yên li parlamanê, ku di derheqa wan de jî lêpirsîn hatibûn vekirin, tê darizandin.

Di gotarek li ser şerên dema xendekan, Demîrtaş di parastina xwe de got ku “AKP li Cizîrê sivîlan, zarokan kuştin û qirkirin pêk anî, lê jiber vê gotarê ez bi sê çar dozên cuda têm dadgeh kirin.”

Hevserokê berê yê HDP’ê bi bîr xist ku General Adem Hududî operasyonên xendekan yên li seranserê heremê bi rêve bir, lê ew general bi sedema cîh girtina di hewla derbeya leşkerî de û bi sedema endambûna rêxistina Gulen hat girtin.

Demîrtaş, Taybet Înan jî bi bîr xist ku meytê wê hefteyek li ber çavên zarokên wê li kolanê hatibû hiştin.

“Meytê dayika Taybet hefteyek li erdê ma. Yên ku bûn sedem nehatin dadgeh kirin, lê jiber ku min got çawa dibe ku meyt hefteyek li erdê dimîne, ez têm darizandin.”

"Hududî di 14ê Tîrmehê de weltaperwer e, lê di 15ê Tîrmehê de dibe derbekar. Li Cizîrê, Surê deverên şer jiber ku kamera tuneye kes nedît çi kirin, lê xwedê pêştir kes nizane ku li wan deran çi zilim kirine. Me got ku “hun nikarin çekên dewletê li ser sivîlan bi kar bînin, nikarin mafê mirovan binpê bikin.” Jiber ku min ev tişt gotin, bi propagandaya terorê têm dadgeh kirin. Lê, yên ku van sûcan kirin, ti ceza nastînin," Demîrtaş got.

Dengê Amerîka

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da