DEDEF: Em nerazî ne Avzêmên Munzurê bikin beton

Avzêmên Munzurê bi hinceta “sazkirina derûdorê” tê talan kirin. DEDEF bertek nîşan da û got ew ê nehêlin proje bê çêkirin.

Li Bakurê Kurdistanê Dersîmê, bertekên li dijî talan kirina Avzêmên Munzurê didome. Federasyana Komeleyên Dersîmê (DEDEF) daxuyanîyek belav kir û xwest bila proje bê betal kirin.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Hem di qanuna Parastina Heyberên Xwezayê û Çandê de hem jî di bîryara bi hejmara 728ê divê li Avzêmên Munzurê bi ti awayî avahî neyên çêkirin. Avzêmên Munzurê xwedî statuya Hola Sîtê ya Xwezayî ya Dereceya 1emîn e. Divê ev siluet neyê xirab kirin û ti avahî û proje neyên çêkirin.”

Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku ew li hemberî vê projeyê ne û ew ê nehêlin bi ti awayî ev projê bê çêkirin.

Piştî daxuyanîyê çerax hatin sotin û parîya Xizir hat parî kirin

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin