DEAŞê li Kerkûkê êrîşî artêşa Iraqê kir

Li Kerkûkê li navça Hawice, DEAŞê êrîşî ciyê kontrola artêşa Iraqê kir.

Li Kerkûkê li navça Hawice, DEAŞê êrîşî ciyê kontrola artêşa Iraqê kir lê di wexta DEAŞ vedikişiya, kete kemîna artêşê û tê gotin ku gelek kuştiyên DEAŞê hene.

Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo ragihandiye ku di 10ê meha Cotmehê de êrîş li gundê Burguluyê hatiye kirin.

Di hefteyê de, ev cara sêyem ku DEAŞ êrîş dibe ser dora Kerkûkê. Di her dû êrîşên berê de polîsên federal gelek zayîatan dabû û kamerayên polîs yên termal îmha kiribûn.

Piştî vekişîna hêzên koalisyona bi serpereştiya Amerîkayê, DEAŞ êrîşên xwe zêde kiriye.

Kurdistan Haberleri

HISÎÇA - Çekdaran ji ber Alaya Kurdistanê êrişî 3 birayên Kurd kir
Çîroka dilşewat a li Rojavayê Kurdistanê: Termê mamoste Hesen Keleş hat dîtin
AGIRÎ - Ciwan ref bi ref koç dikin, gund xir û xalî dibin
Zindî Kurdistan Li Hisîçayê alozî: 'Ma Kurd vê qebûl dikin?'
PDK-Îyê bersiv da Konsulê Giştî yê Îranê: Em qurbaniyên terora siyasî ne