Dê heta Hewlerê bimeşin!

Meşa CNK di 11ê Îlonê de dest pê bike û di 23ê Îlonê de li ber Parlamentoya Kurdistanê bi dawî bibe

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) biryarek girîng wergirtin û ragehandin ku ji bo piştgirîya referandûma Kurdistanê, ewê ji Bakurê Kurdistanê bimeşin û berê xwe bidin Hewlêrê.

Li gor daxuyanîya CNK, wê meşa wan di 11ê Îlonê de dest pê bike û di 23ê Îlonê de li ber Parlamentoya Kurdistanê bi dawî bibe.

Di vê derbarê de Berdevkê CNK Jiyan Timurtaş, diyar kir ku ew ê ji bo piştgirîya referandumê bimeşin û dixwazin wek helmetek û kampanyayekê beşdarî xebatan bibin. Meş wê bi sed kesî dest pê bike û li Hewlêrê bi dawî bibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin