Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye bi lez peymana NY'ê îmze bike

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 753'an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û aqûbeta Mustafa Yilmaz û Gokhan Turkmen pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 753'an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û aqûbeta Mustafa Yilmaz û Gokhan Turkmen pirsîn. Dayikên Şemiyê 30'ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê bibîr xistin û xwestin ku Tirkiye Peymana Têkildarî Parastina li Dijî Windakirina Bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bike. 

 

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin xwestin di hefteya 753'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dîsa polîsan destûr neda ku dayik li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Dayik di hefteya 753’an de dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Piştre meşiyan pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û li vir daxuyanî dan. Dayikan di bin dorpêça polisan de daxuyanî dan. Dayikan dîsa berdilkên ku wêneyên windayan li ser heye li xwe kirin, qurnefil xistin destê xwe û aqûbeta windayan pirsîn.  Dayikên Şemiyê 30'ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê bibîr xistin û xwestin ku Tirkiye Peymana Têkildarî Parastina li Dijî Windakirina Bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bike. Di çalakiya dayikan de Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Mahmut Tanal û Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu amade bû. Dayikan aqûbeta Mustafa Yilmaz û Gokhan Turkmen yên 6 meh berê li Enqereyê hatin revandin pirsî. Dayikan bi minasebeta 30'ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê, xwestin ku Tirkiye Peymana Têkildarî Parastina li Dijî Windakirina Bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bike. 

 

 

Endama Komîsyona Li Dijî Windahiyên Di Bin Çavan de ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê Sebla Arca, xwest Tirkiye bi lez Peymana Têkildarî Parastina li Dijî Windakirina Bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bike û wiha got: “Divê hikûmet aqûbeta Mustafa Yilmaz û Gokhan Turkmen ronî bike. Bi minasebeta 30'ê Tebaxê Roja Windaniyên Cîhanê pirsa widayên li Enqedeyê pirsî û got: "Mustafa Yilmaz û Gokhan Turkmen 6 mehin li ku ne?" 

 

Tirkiye 9 salin hêj peymana li dijî windayan îmze ne kiriye. Tirkiye peymanê îmze nake. Ji ber ku ev peyman windakirina binçavan wekî sûc dibîne. Dîsa dixwaze bersûc bên darizandin û cezakirin. Ji ber vê yekê Tirkiye vê peymanê îmze nake. Ji ber ku ev peyman heqîqeta dewletê ronî dike Tirkiye vê peymanê îmze nake. Ji ber ku ev peyman edaletê dixwaze. Her çend îktîdar bê guhertin jî berpirsiyariya dewletê ya di van sûcan de înkar dikin. 

 

Piştre birayê Cemîl Kirbayir Mikail Kirbayır, diyar kir ku ji bo hesap ji kesên girêdayî hêzên dewletê yên bi zorê mirov windakirin bipirsin hatine li vir kom bûne û wiha axivî. Em ji bo aqûbeta windayan bipirsin li vir in. Duh em li qada Galatasarayê bûn. Di sûc di gotinên me de hebû? Rayedarên dewletê destdûr neda. Em mirovên li aqûbeta windayan digerin ji bo heqûqet ronî bibe li vir têdikoşin. Em wekî mirovê ji serdestiya hiqûqê bawer dikin diparêzin, hemû dewletan peymana windayên di bin çavan de ya NY'ê îmze kirin. Çima Tirkiye vê peymanê îmze nake." 

 

'ROJEKÊ PÊDIVIYÊ WE JÎ JI MAFÊN MIROVAN HEYE' 

 

Parlamenterê HDP'ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu bal kişand ser Mustafa Yilmaz û Gokhan Turkmen ên 6 meh berê hatin windakirin û wiha got: "Di salên dawî de mafên mirovan zêde tê binpêkirin. Dayikên Şemiyê ji sala 1995'an heta niha bal dikişînin ser aqûbeta windayan. Dewletê êdî tehamula van çalakiyan nekir. Dayikên ku li aqûbeta windayan digerin, niha li qadek biçûk asê kirine. Em bang li dewletê dikin û dibêjin Wê rojekê pêdiviya we ji mafên mirovan çê bibe. 6 meh berê Mustafa Yılmaz û Gokhan Turkmen revandin. 6 mehên dawî ye me ev mesele ji Wezîrê Karên Hundir pirsî. Me ji Serokomar û wezîran pirsîn. Lê midûriyeta polîsan der barê van kesan de tu lêkolîn nekir. Herî dawî dema mijar hat Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê me ji Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Salim Zeybek  pirsî. Lê têkildarî ve yekê tu xebat nemaşandin. Xwestin ser van bûyeran veşêrin. Revandina mirovan sûcê herî giran ê mafê mirovan e. Dayik û bavê xwe nedîtin û jiyana xwe ji dest dan hene. Dewletê soz da dayika Bero. Lê dewletê soza xwe pêk neaî û Dayika Berfo koç kir. Çavê wê vekirî çû. Ev şerm e. Heta niha der barê Dayika Berfo de tu daxuyani tune. Em dipirsin Cemil Kırbayır li ku ye. Sozên ku we dan kanîn?" 

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da