Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê

.

Kurê rêberê kuştî yê Komara Îslamî ya Îranê Muceteba Xamineyî, piştî ku wekî rêberê nû hat destnîşankirin di peyama xwe ya yekem de ragihand ku ew dê li ser rêça bavê xwe bimeşe.

Ew tekezî li ser domandina şer û girtina Tengava Hurmizê dike û dibêje, "Em dê tola xwîna bavê min û şehîdan bistînin."

Rêberê nû yê Îranê Muceteba Xamineyî peyamek nivîskî belav kir.

Di destpêka peyama xwe de ji ber kuûtina Elî Xamineyiyê Rêberê Bilind ê berê yê Îranê sersaxî xwest.

Wî destnîşan kir ku Elî Xamineyî di meha Remezanê de dema ku Quran dixwend "şehîd ketiye."

Muceteba Xamineyî amaje bi biryara Encûmena Şarezayan (Xubreyan) kir û got:

"Ez jî wekî we bi rêya televîzyonê ji encama dengdana Encûmena Şarezayan agahdar bûm.

Cihgirtina kesayetiyeke wekî Îmam Xumeynî û Xamineyî karekî zehmet e lê bi piştgiriya Xwedê û gel ez dê vê berpirsyariyê bigirim ser xwe."

"Hevjîna min û xwişka min jî hatin kuştin"

Rêberê nû yê Îranê zanyariyek li ser endamên malbata xwe eşkere kir.

Wî ragihand ku ne tenê bavê wî hatiye kuştin, di êrişên dawiyê de "hevjîna wî, xwişka wî û zarokê xwişka wî li gel zavayekî wan" jî hatine kuştin.

Wî berê xwe da xelkê Îranê û got, "Ez jî wekî we dilgiran û xemgîn im."

Xalên stratejîk: Girtina Tengava Hurmizê û vekirina eniyan

Muceteba Xamineyî di peyama xwe ya ji bo hêzên çekdar û "Eniya Berxwedanê" de, tekezî li ser çend "xalên stratejîk" kir:

Tengava Hurmizê: Derbarê girtina Tengava Hurmizê de wî ragihand, divê guvaş û bikaranîna karta girtina Tengava Hurmizê wekî amûreke bibandor bidome.

Vekirina eniyên nû: Muceteba Xamineyî dibêje ku ji bo vekirina eniyên nû yên şer li wan cihên ku dijmin lê qels e, lêkolîn hatiye kirin.

Tolhildan: Rêberê nû dibêje, "Dosyaya tolhildana xwîna bavê min û zarokên Îranê nehatiye girtin" û wî bi taybetî bal kişand ser êrişa li ser dibistana "Şecereya Teyîbeyê" ya li Mînabê.

Hişyariya tund ji bo welatên herêmê

Di beşeke din a peyama xwe de, rêberê nû yê Îranê berê xwe da welatên cîran û herêmê û got:

"Em naxwazin destwerdanê bikin lê ew welatên ku rê daye ku xaka wan û baregehên wan ên leşkerî li dijî me werin bikaranîn, divê baca wê bidin."

Wî daxwaz ji wan welatan kir ku demildest baregehên leşkerî yên Amerîkayê bigirin.

Muceteba Xamineyî spasiya Hizbulaha Libnanê, Husiyên Yemenê û komên çekdar ên Îraqê kir.

Wî ragihand ku ew beşeke veneqetiyayî ne ji nirxên Şoreşa Îslamî û ew bi hev re ber bi jinavbirina "fitneya Siyonîstan" ve pêngavan diavêjin.

Di dawiya peyama xwe de wî daxwaz ji xelkê Îranê kir ku yekrêziya xwe biparêzin.

Wî her wiha xwest ku ew ji bo nîşandana hêza welêt di vê qonaxa hestiyar de, bi berfirehî beşdarî Roja Qudsê bibin.

Daxuyaniya Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî:

"Silav li te ey bangewazkarê rêya Xwedê û perwerdekarê ayetên Wî.

Silav li te ey deriyê Xwedê û dadwerê dînê Wî. Silav li te ey cîgirê Xwedê û alîkarê heqiya Wî.

Silav li te ey huceya Xwedê û nîşanderê vîna Wî. Silav li te ey pêşengê cihê hêviyê.

Silaveke giştgîr li te be; silav li te ey mewlayê min, Xwediyê Demê (Sahibuzeman).

Di destpêka axaftina xwe de, divê ez ji ber şehîdbûna diltezîn a rêberê mezin ê şoreşê, Xamineyiyê ezîz û hekîm, sersaxiyê bidim mewlayê xwe û duaya xêrê ji wê hezretê dixwazim.

Ne tenê ji bo her takekî gelê mezin ê Îranê, belkî ji bo hemû misilmanên cîhanê û hemû xizmetkarên Îslamê û şoreşê, cangoriyan, malbatên şehîdên tevgera Îslamî û bi taybetî yên şerên dawiyê û ji bo min bi xwe jî.

"Cihgirtina kesayetiyeke wekî Xamineyî karekî zehmet e"

Beşa duyem a axaftina min ji bo gelê mezin ê Îranê ye.

Pêşî divê ez derbarê dengdana Encumena Şarezayan (Xubreyan) de rewş û helwesta xwe bi kurtî ragihînim.

Ez, ev xizmetkarê we Seyîd Muceteba Huseynî Xamineyî, hevdem bi we re û bi rêya televîzyona Komara Îslamî ji encama dengdana Encûmena Şarezayan agahdar bûm.

Ji bo min, rûniştina li ser wê kursiya ku cihê rûniştina du pêşengên mezin, Xumeynîyê Kebîr û Xamineyiyê şehîd e, karekî zehmet e.

Çimkî ev kursî xwediyê dîroka kesekî ye ku piştî 60 salan têkoşîna di rêya Xwedê de û destjêberdana ji her cure xweşî û bêhnvedanê, bûye gewhereke geş û sîmayekî kêmpeyda.

Ne tenê di vê serdemê de, belkî di seranserê dîroka desthilatdarên vî welatî de wisa ye.

Him jiyana wî û him jî awayê mirina wî bi rûmet û mezinahiyekê ve girêdayî bû ku çavkaniya wê pişta xwe girêdana bi heqiyê bû.

Min ew derfet dît ku piştî şehîdbûnê serdana termê wî yê pîroz bikim.

Tiştê min dît çiyayekî ji seqamgîriyê bû û min bihîst ku mistek ji destê wî yê saxlem girtî mabû.

Derbarê aliyên cihêreng ên kesayetiya cenabê wî de, divê pispor demeke dirêj biaxivin.

Di vê derfetê de ez bi vê kurtebasê qayîl dibim û hûrgiliyan ji bo demên din dihêlim.

Sedema zehmetiya rûniştina li ser kursiya rêberiyê piştî kesekî wiha ev e; tijîkirina vê valahiyê tenê bi alîkariya Xwedayê heq û piştgiriya we gel dikare pêk bê.

"Nabe derzek bikeve nava yekrêziyê"

Di berdewamiyê de, pêwîst e ez tekezî li ser xalekê bikim ku rasterast girêdayî xalên axaftina min e.

Ew xal jî ev e ku ji hunerên rêberê şehîd û pêşengê wî yê mezin, beşdarkirina xelkê di hemû qadan de, dana hişyarî û zanyariyê ji wan re û di qada pratîkî de jî pişta xwe spartina bi hêza gel bû.

Wan bi vî awayî wateya rasteqîn a cemmawerî û komarîbûnê anîn cih û ji kûrahiya dilê xwe bawerî bi vê yekê hebû.

Bandora zelal a vê mijarê di van çend rojên ku welat bê rêber û bê fermandarê giştî yê hêzên çekdar bû de hat dîtin.

Hişyarî û zîrekiya gelê mezin ê Îranê di bûyera dawiyê de, xweragirî, wêrekî û amadebûnê, dost neçarî pesindanê û dijmin jî tûşî şokê kir.

Ev hûn gel bûn ku we welat birêve bir û serdestî û desthilata xwe mîsoger kir.

Ew ayeta ku min di destpêka vê nivîsê de anî ziman, tê wê wateyê ku ti nîşanek (ayet) ji nîşanên Xwedayî nîne ku dema wê temam bibe an were jibîrkirin, heger Xwedayê mezin nebe, yekî wekî wî yan jî ji wî çêtir naxe cihê wî.

Mebesta ji bikaranîna vê ayeta pîroz ne ew e ku ez wekî vî xizmetkarî di asta rêberê şehîd de me, jixwe ez naxwazim xwe ji wî çêtir bidim nîşandan; belkî mebesta anîna ayetê, balkişandina ser rola guncaw û diyar a we gelê hêja ye.

Vê yekê bizanibin heger hêza we li meydanê dernekeve, ne rêberî û ne jî tu dezgehên ku erka wan a bingehîn xizmetkirina xelkê ye, dê karîgeriya wan a pêwîst nebe.

Ji bo ku ev wate baştir pêk bê, divê di rêza yekem de, zikra Xwedayê mezin, tewekula bi Wî û xweavêtina ber tîrêjên paqij ên mesûman wekî "eksîreke mezin" û "kibrita ehmer" were dîtin, ku ev garantoriya her cure vebûn û serkeftina yekcarî ya bi ser dijmin de ye.

Ev sûdekî mezin e ku li cem we heye û li cem dijminên we tune ye.

Duyem, nabe derzek bikeve nava yekrêziya navbera takekes û çînên gel de ku bi piranî di demên tengasiyê de dertê holê. Ev yek jî bi çavgirtina li ser cudahiyan pêk tê.

Sêyem, divê amadebûna bibandor a li qadê were parastin; çi bi wî awayê ku we di van roj û şevên şer de nîşan da, çi jî bi şêweyê rolên cihêreng ên bibandor di qadên civakî, siyasî, perwerdeyî, çandî û heta yên ewlehiyê de.

Ya girîng ew e ku em rola rast, bêyî ku zererê bidin yekrêziya civakî bi başî fêm bikin û bi qasî mimkin e bi cih bînin.

Yek ji erkên rêberî û hinek berpirsên din jî ew e ku hinek ji van rolan bînin bîra tak an jî çînên civakê.

Ji vî aliyî ve, ez girîngiya amadebûna di merasîma Roja Qudsê ya 1447an de bi bîr tînim ku divê hêmana "şikandina dijmin" tê de bibe cihê bala her kesî.

Çarem, ji alîkarîkirin û destgirtina hevdû dudilî mebin.

Şikir ji Xwedê re taybetmendiya hertimî ya piraniya Îraniyan ev e û tê pêşbînîkirin ku di van rojên taybet de, ku bê guman ji bo hinek kesan ji yên din zehmettir derbas dibe, ev mijar bêtir reng bide.

Di vê derfetê de ez bangî saziyên xizmetguzariyê dikim ku di vî aliyî de ti alîkarî û piştgiriyekê ji bo wan kesên ezîz û ji bo pêkhateyên hawargihandinê yên gel paşguh nekin.

Eger ev alî li ber çavan werin girtin, rêya gihîştina we gelê ezîz ber bi rojên mezinahî û rûmetê ve dê hêsantir bibe.

Mînaka herî nêzîk a vê dikare bi îzna Xwedê di şerê niha de serkeftina li dijî dijmin be.

"Em dev ji tolhildanê bernadin"

Beşa sêyem a axaftina min, spasiyeke jidil ji bo şervanên me yên wêrek e.

Di rewşekê de ku gel û welatê me yê ezîz bi awayekî mezlûmane ketiye ber êrişa serokên bereya zordest (îstikbar), wan bi derbên xwe yên kujende rê li ber dijmin girtin û wan ji xeyalên zalkirina bi ser nîştiman û parçekirina wê derxistin.

Birayên şervan ên ezîz! Vîna giştî ya xelkê ev e ku berxwedana bibandor û poşmanker bidome.

Her wiha, bê guman divê hîn jî amûra girtina Tengava Hurmizê were bikaranîn.

Derbarê vekirina eniyên din de ku ezmûna dijmin tê de kêm e û tê de qels e, lêkolîn hatiye kirin.

Heger şer bidome û li ser bingeha liçavgirtina berjewendiyan, ev enî dê çalak bibin.

Her wiha ez bi dil û can spasiya şervanên Eniya Berxwedanê (Muxaweme) dikim.

Em welatên Eniya Berxwedanê wekî dostên xwe yên herî baş dibînin.

Pirsa berevaniyê û Eniya Berxwedanê beşeke veneqetiyayî ya nirxên Şoreşa Îslamî ye.

Bê guman, hevkariya beşên vê eniyê bi hev re, rêya rizgariya ji fitneya Siyonîstan kurtir dike.

Çawa ku me dît Yemena wêrek û bawermend dest ji parastina xelkê mezlûm ê Xezeyê berneda, Hizbulaha fedakar tevî hemû astengiyan bi hawara Komara Îslamî ve hat û Berxwedana Îraqê jî bi qehremanî heman rê girtiye.

Di beşa çarem de, berê axaftina min li wan kesan e ku di van çend rojan de bi awayekî zerer dîtine.

Çi ewên ku êşa şehîdbûna ezîzekî yan jî ezîzên xwe tecrûbe kirine; çi ewên ku birîndar bûne û çi ew kesên ku zerer gihiştiye mal û cihên wan ên kar.

Di vê beşê de pêşî ez hevxemiya xwe ya kûr ji bo malbatên şehîdên payebilind radigihînim; ev jî li ser bingeha ezmûneke hevpar e ku bi van mezinan re heye.

Ji bilî bavê min ku kela ji destdana cenabê wî bûye xemeke giştî, min hevjîna xwe ya ezîz û wefadar a ku hêviyeke min a mezin pê hebû, xwişka min a fedakar a ku xwe ji bo xizmetkirina dê û bavê xwe terxan kiribû û di dawiyê de xelata xwe wergirt, her wiha zarokê wê yê biçûk û hevjînê xwişka min a din ku mirovekî zana û şerîf bû, spartin karwanê şehîdan.

Lê tiştê ku li hember karesatan aramiyê dide û heta wê hêsan dike, balkişandina ser soza Xwedayî ya teqez û bêguman a xelateke mezin ji bo kesên bîhnfireh e.

Lewma divê em bîhnfireh bin û hêvî û baweriya me bi lutf û destgirtina Xwedayê mezin û dilovan hebe.

Duyem, ez vê piştrastiyê didim hemûyan ku em dev ji tola xwîna şehîdên we bernadin. Ew tolhildana ku em qala wê dikin tenê bi şehîdbûna rêberê mezin ê şoreşê ve girêdayî nîne; belkî her endamekî gel ku ji aliyê dijmin ve tê şehîdkirin, bi serê xwe babeteke serbixwe ye ji bo dosyaya tolhildanê. Bê guman, beşeke kêm a vê tolhildanê heta niha pêk hatiye lê heta ku bi tevahî pêk neyê, dê ev dosya li ser dosyeyên din bimîne. Em dê bi taybetî li hemberî xwîna zarokên xwe hesastir bin. Ji ber vê yekê, ew tawanê ku dijmin bi qestî li dijî dibistana "Şecereya Teyîbeyê" li Mînabê û hinek bûyerên mîna wê pêk aniye, xwedî pêgeheke taybet e di vê şopandinê de.

Sêyem, bê guman divê birîndarên van êrişan xizmetguzariyên tenduristiyê yên guncaw bi belaşî wergirin û ji hinek îmtiyazên din sûdê bibînin.

Çarem, heta radeya ku şert û mercên niha rê didin, divê ji bo qerebûkirina wan zererên darayî yên ku gihiştine milk û cihên şexsî, gavên pêwîst û diyarkirî bên avêtin. Ev her du xalên dawî wekî erkekî pêwîst bo cîbicîkirinê ji bo rayedarên rêzdar tên dîtin ku divê pêk bînin û rapora wê bidin min.

Xalek ku divê bînim bîranîn ev e ku em dê bi her awayî ji dijmin qerebûyê wergirin. Heger red bike, em dê bi qasî ku em destnîşan dikin dest bidin ser mal û milkên wan û heger ew jî ne pêkan be, em dê bi heman qasî mal û milkên wan jinav bibin.

"Em dê neçar bimînin baregehan bikin armanc"

Beşa pêncem a axaftina min, ber bi serok û kesên desthilatdar ên hinek welatên herêmê ve ye. Li ser bejahî û deryayê em bi 15 welatan re cîran in û em her tim ji bo têkiliyên germ û avakar ên bi hemûyan re bixwazin û dixwazin. Lê dijmin di salên borî de qonax bi qonax li hinek ji van welatan baregehên leşkerî û darayî çêkirine da ku serdestiya xwe ya li ser herêmê mîsoger bike.

Di êrişa dawî de, hinek ji wan baregehên leşkerî hatin bikaranîn. Helbet me wekî ku hişyariya tund û rasterast dabû, bêyî ku em destdirêjiyê bikin ser wan welatan, me tenê ew baregeh kirin armanc.

Ji niha pê ve jî em dê neçar bimînin vê yekê bidomînin; tevî ku em hîn jî di wê baweriyê de ne ku divê di navbera me û wan cîranên me de dostanî hebe.

Divê ev welat helwesta xwe li hember destdirêjkerên ser niştimanê me yê ezîz û kujerên gelê me zelal bikin.

Ez pêşniyar dikim ku ew baregehan demildest bigirin; çimkî bêguman heta niha fêm kirine ku îdiaya anîna ewlehî û aştiyê ya ji aliyê Amerîkayê ve, ji derewekê zêdetir nebûye.

Ev yek dê bibe sedem ku têkiliyên wan bi gelên wan bi xwe re, yên ku bi gelemperî ji hevkariya bi bereya kufrê û reftarên biçûkxistinê nerazî ne, zêdetir bibe û saman û hêza wan zêde bibe.

Dîsa ducare dikim, Komara Îslamî bêyî ku bixwaze serdestî û dagirkeriyê li herêmê belav bike, amadebûneke tam heye ji bo yekîtî û têkiliyên dualî yên germ û ji dil li gel hemû cîranan.

Di beşa şeşem a axaftina xwe de, ez berê xwe didim rêberê me yê şehîd. Rêberê min! Bi çûyîna xwe te keserek kûr xist dilê hemûyan.

Tu her tim bi kelecan li benda vê dawiyê bûyî heta ku di dawiyê de Xwedayê heq di dema xwendina Qurana Pîroz de, di sibeha roja dehem a Remezana pîroz de ev bexşî te.

Te gelek zilm bi hêz û bîhnfirehiyê tehemil kir û te biruyên xwe jî tirş nekirin.

Gelek kesan qedrê te yê rasteqîn nizanîbû û dibe ku demeke zêde bixwaze heta ku gelek perde û astengî rabin û pîvanên wê eşkere bibin.

Em hêvîdar in, ji ber wê pêgeha ku li cem tîrêjên paqij û sidiqîn û şehîd û ewliyayan ji te re hatiye dayîn, tu dîsa her tim di bîra pêşketina vî gelî û hemû gelên Eniya Berxwedanê de bî û navbeynkariyê bikî; her wekî ku di jiyana xwe ya dinyayî de tu wisa bûyî.

Em peymanê bi te re çêdikin ku ji bo bilindkirina vê alayê ku alaya serekî ya eniya heqiyê ye û ji bo gihîştina bi armancên pîroz ên cenabê te, em bi hemû hebûna xwe têbikoşin.

Di beşa heftem de ez spasiya hemû wan kesên mezin dikim ku piştgirî dane min.

Di nav wan de mercayên teqlîdê, kesayetiyên cihêreng ên çandî, siyasî û civakî, û hemû xelkê ku di civînên biheybet de ji bo nûkirina beyeta bi pergalê re amade bûn.

Her wiha spasiya berpirsên her sê desthilatan û Encûmena Demkî ya Rêberiyê dikim ji bo kargêriya wan a baş û gavên wan.

Ez hêvîdar im ku keremên taybet ên Xwedayî di vê dema tijî feyz de hemû gelê Îranê û heta hemû misilman û bindestên cîhanê li xwe bigire.

Û di dawiyê de ez daxwazê ji Mewlayê me dikim ku di van demên mayî yên şev û rojên Qedrê û meha pîroz a Remezanê de, di dergehê Xwedayê mezin û dilovan de, ji bo gelê me serkeftina yekcarî ya li dijî dijmin, û her wiha rûmet, berfirehî û afiyetê bixwaze. Û ji bo koçkiriyên wan jî pileyên bilind û afiyeta qiyametê bixwaze.”

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin
Şêwirmendê Sûdan'ê, Xeta borîya Kurdistanê girînge, lê cîyê Gewrîra Hurmizê nagire