Dawiya hefteyan di navbera 10.00 û 20.00 an de derketina derve qedexeye  

.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Eredoğan tedbîrên nû bo pêşî li Kovid-19 ê bigrin ragihand.

Ew tedbîrên ko bo 65 saliyan û yên ji 65 saliyan mezintir danîbû, dê niha bo kesên ji 20 salî biçûktir jî bên tetbîqkirin. Tedbîrên nû yên Erdoğan ragihandine wehane:

  • Di dawiya hefteyan de, siet di navbera 10.00 û 20.00 an de dê ti kes derneyê derve. Lê divê di sektora an ku zincîreya tedarikê û hilberînê de kêmasî çênebe.
  • Eger pandemî pêşde here, wê tedbîrên ku herkesê biêşînin, car din bên sitendin.
  • Ew sietên bo 65 saliyan tên bicîhanîn, wê bo kesên di binê 20 saliyan de jî bên kirin lê kesên dixebitin ne di nav van tedbîran de ne.
  • Sînema li gor daxwazên sektöre, heya dawiya salê wê girtî bimînin.
  • Dibistanên ku di tatîla navberê de ne, wê perwerda wan heya dawiya salê li ser online bêkirin.
  • Navendên bazirganiyê, market, xwaringeh, berber û kuafor an kargehên weka wan, wê di navbera 10.00 û 20.00 an de bixebitin.
  • Temamê pêşbirkên sporê dê bê temaşevan bin. Xebatên sehayên xaliyan wê rawestin.

Ji bilî van xalan dibe ku bo hinek xalên din jî tedbîr bên sitendin.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da