Davutoglu jî beşdarî kampanya bo dersa Kurdî bû

.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu piştevaniya xwe ji bo kampanya dersa bijarte ya Kurdî nîşan da û got: “Hêvî dikim herkesên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn zimanî Kurdî hîn bibin.”

Di demekê de ku tenê 2 roj dem li pêşiya xwendekar û malbatan maye, seferberiya ji bo tercîhkirina dersên Kurdî yên di çarçoveya dersên hilbijartî yên li dibistanên navîn ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam dike, piştgiriya alî û saziyên Kurdî bo dersa Kurdî û handana (teşwîqkirina) xwendekaran bo hilbijartina dersa Kurdî her ku diçe zêdetir dibe.

Di vê çarçoveyê de Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê twitterê piştevaniya xwe bo kampanya dersa bijarte ya Kurdî nîşan da.

Ahmet Davutoglu di twîta xwe de dibêje: “Hêvî dikim ne tenê ew kesên ku zimanê wan yê zikmakî Kurdî ye, herkesên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn vî zimanê qedîm meraq bikin û hîn bibin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin. Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heta 21ê Çileya 2022ê, serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe