Davutoglu bi Coronayê ket

.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu aşkere kir ku ew tûşî vîrusa Coronayê bû.

Berdevkê Partiya Pêşerojê Serkan Ozcan li hejmara xwe ya medya civakî belav kir ku testa Coronayê ya Ahmet Davutoglu pozîtîv derketiye.

Serkan Ozcan aşkere kir, ku li ser amajeyên ku duh derketibûn, Ahmet Davutoglu îro testa Covid-19 kiribû û encama testê jî pozîtîv der çûye. Ozcan got, “Rewşa wî ya Tendurûstî niha baş e.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û piştrast kir ku bi Coronayê ketiye û got jî, “Şikûr ji Xwedê rewşa min bi giştî baş e.”

Davutoglu diyar jî kir, “Ez ê di vê heyama kerentînê de xebatên xwe li malê berdewam bikim. Ez hêviya başbûnê bo hemû nexweşan dixwazim. Li tendirustiya xwe baldar bin.”

Ev di demekê de ye ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketiyên Coronayê roj li pey rojê zêde dibe.

Li gor dawîn amarên fermî, tenê duh di nava 24 demjimêran de 29,132 kes seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tûşî vîrusa Coronayê bûn.

Heta niha jî bi giştî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 474,606 kes tûşî Coronayê bûne û ji wê hejmarê jî 388,771 kes baş bûne û 13,014 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe